Li Amed û Edenê herî kêm 15 kes hatin destserkirin

13-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Farqîn Edene Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û bajarê Edenê yê Tirkiyê hêzên ewlekariyê bi operasyonekê avêtin ser çend navnîşan û herî kêm 15 kes destserkirin. Di dema destserkirinê de hêzên ewlekariyê derî şikandin û li hinek kesên destserkirî dan.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne îro 13ê Tebaxa 2022ê Hêzên Ewlakariya Tirkiyê li navçeyên Farqîn û Kayapinarê yên Amedê bi operasyonekê hemwext  avêtine ser çend navnîşan û bi giştî 6 kesên bi navên Muhdsîn Acar, Dîlan Kartal, Abdullah Arşîmet, Abbas Nakçî, Bariş Nakçî û Berdan Çelîk destserkirine.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê dem avêtine ser malan derî şikandine û bi wî awayî ketine hindir û di dema destserkirina welatiyê bi navê Abbas Nakçî li wî dane û ew bi cilên xwe yên bi xwîn birine.

Kesên li Amedê hatine destserkirin li navendên ewlekariyê yên Kayapinar û Farqînê tên ragirtin û sedema destserkirina wan nayê zanîn.

Li aliyê din li bajarê Edene yê Tirkiyê jî bi heman awayî di çarçoveya lêkolîneke serdozgeriya komarî de hêzên ewlekariyê 9 kes desteserkirin û birin Rêveberiya Ewlekariya Edenê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst