PDK: Dikare li ser hilbijartinên pêşwext rêkeftin bêne kirin

13-08-2022
RÛDAW
Nîşan PDK Hilbijartina Pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxûyaniyek di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û encamdana hilbijartinên pêşwext belav kir û diyar kir ku dikare li ser encamdana hilbijartinên pêşwext rêkeftin bêne kirin.

Polîtbûroya PDKê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo encamdana proseya çaksazî û guherînên rasteqîne û her wiha baştirkirina rewşa niha ya Iraqê, dikare li ser encamdana hilbijartinên pêşwext rêkeftin bêne kirin û ev yek jî piştî rêkeftina hemû aliyan dibe.

Polîtbûroya PDKê daxwaz dike ku aliyên siyasî soza wê yekê bidin ku ew dê ji encamên dawiyê yên hilbijartinan razî bin û ezmûna hilbijartinên berê yên Iraqê jî dubare nebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst