Efserekî Tirkiyê çend şivanên Kurd îşkence dike û li ser TikTokê belav dike

13-07-2023
Firat Kelehkî
Nîşan Amed Kurd Efserê Tirkiyê Îşkence TikTok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê efserekî artêşa Tirkiyê çend şivanên Kurd îşkence dike, dîmenê îşkencekirinê tomar dike û piştre li ser TikTokê belav dike, li ser vê mijarê jî Baroya Amedê gilî tomar kiriye.

Li gor agahiyan, bûyer roja 3ê Hezîrana îsal li navçeyên gundê Turelî ser bi bajarokê Licêya Amedê ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gor wan dîmenên hatine belavkirin, çend serbazên Tirkiyê li wê navçeyê sê şivanên Kurd desteser kirine, destên wan girêdane û li ser dev dirêj kirine, şivanek jî rûniştî ligel serbazan diaxife, herwiha hejmareke zêde ya serbazan jî li wê derê rawestiyane.

Wî efserê Tirk ê ku li ser TikToka xwe dîmen belav kirine, bi zimanê Tirkî li ser vîdeoyê nivîsiye: “Çawîşê Pispor Fermandar Berk.” Bûyer piştî wê yekê eşkere bû, ku dîmen li ser sosyal medyayê bi navnîşanê “tolstandin” hatin belavkirin.

Yek ji şivanan ji serbazekî re dibêje: “Ez ji bo nan bi şev li vê derê radizêm”, serbaz jî jêre dibêje: “Hey bê Xweda…” Yek ji şivanan bi navê Hanefî Yalavuz ji medya xwecihî re axifiye û dibêje: “Em bi şev li ber dewaran bûn, em çar kes bûn. Ez û birayê xwe, apê min û kurê wî. Demjimêr 03:20 deqeyên berê sibehê şer derket. Piştî şer em desteser kirin û tohmetbar kirin. Ji me re gotin, `we teqe li me kiriye`. Piştre li ser erdê dirêj kirin û destên me girêdan û îşkence kirin. Bi pehînan li serê me dan.”

Baroya Amedê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku bi tohmeta “Îşkencekirin, danûstandina xirab, birîndarkirina bi qest, gefxwarin û îşkencekirin, herwiha zeftkirina azadiya şexsî” gilî tomar kiriye û dosyayê dişopîne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst