Nêçîrvan Barzanî û konsulê nû yê Tirkiyeyê civiyan

13-06-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Erman Topçu Konsulê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçêrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê civiyan û Barzanî piştgiriya xwe ji bo konsulê nû yê Tirkiyeyê nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Erman Topçu pêşwazî kir ku nû dest bi kar kiriye.

Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Erman Topçu kir û piştgiriya xwe ji bo wî nîşan da.

Erman Topçu jî dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe yê nû diyar kir û hêvî xwest ku di çarçoveya erkê xwe de bikare pêwendiyên dualî zêdetir pêş bixe.

Herwiha her du aliyan rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê û herêmê bi awayekî giştî gotûbêj kirin.

Erman Topçu 27ê Gulana 2024an  wekî konsulê giştî yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê li şûna Mevlut Yakut dest bi kar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst