Li Dîlokê kesek bi hinceta endamtiya YPGyê hat girtin

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê welatiyekî Sûriyê bi hinceta ku berê di nav YPGyê de maye hat girtin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgeriya Dîlokê ve hatiye dayîn, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Dîlokê kesekî welatiyê Sûriyeyê yê bi navê V.E.T. girtiye.

Hat diyarkirin ku ew bi hinceta ku ji 2016an heta 2018an di nav YPGyê de maye li navçeya Şehîtkamilê ya Dîlokê hatiye desteserkirin.

Cendirmeyan serê vê sibehê bi ser mala ku ew welatiyê Sûriyeyê lê dima de girtine û ew desteserkirine û birine Navenda Cendirmeyan.

Cendirmeyan piştî rêkarên destpêkê yên li wê navendê ew şandine dadgehê.

Li dadgehê dozger biryara girtina wî daye û ew welatiyê Sûriyeyê hat girtin û wan şand girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst