Namzedê AK Partiyê yê Mêrdînê: Min jî kasetên Şivan Perwer vedişartin

13-03-2024
Abullah Erîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Abullah Erîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Abullah Erîn Mêrdîn AK Partî Namzed Şaredarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Abullah Erîn got, “Ji bo ku ez karibim guh bidim kasetên Şivan Perwer min jî ew vedişartin lê ew dem li paş me ma.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Mêrdînê rikeberiyê bikin, herwiha HUDA PARê jî namzedê xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dike.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Mêrdînê ya giştî 888 hezar û 874 e.

Nifûsa navenda Mêrdînê jî 194 hezar û 73 ye.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yên 542 hezar û 46 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin namzed.

Ahmet Turk salên 2014 û 2019an jî bûbû hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lê hikûmetê her du caran jî qeyûm danîbû şûna wî.

AK Partiyê biryar da ku Abdullah Erîn bibe namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Li hêla din jî HUDA PARê jî Îsmaîl Çevîk kir namzed.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Abullah Erîn bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Em dixwazin zêdetir bixebitin”

Îsmaîl Çevîk da zanîn ku Erogan ew ji bo namzediyê guncav dîtiye û got:

“Ji bo welatê me bileztir bi pêş bikeve û kêmaniyên ku hene bên temamkirin, di serî de li Mêrdînê û herêmê em dixwazin zêdetir bixebitin.

Hûn dizanin bi taybetî li Mêrdînê çand û baweriyên cuda bi hev re dijîn.

Çandên cuda hene, olên cuda û baweriyên cuda hene, mirovên ji etnîkên cuda li vê axê bi hev re dijîn.

“Bavê min Kurd e dayîka min Ereb e”

Bavê min Kurd e dayîka min Ereb e, hemû ciwaniyan min di nav wê pirrengiya çandî de derbas bû.

Em bajarê xwe nas dikin, em kêmaniyên wî dizanîn û agahiya me ji wê yekê jî heye ku ew qisûr dê çawa bên sererastkirin û tecribeyên me yên di wî warî de jî hene.”

“Em dê siyaseta xizmetê bimeşînin”

Abullah Erîn wiha behsa projeyên xwe yên ji bo Mêrdînê kir:

“Li Mêrdînê ji 1ê Nîsanê û şûn de 470 projeyên me hene. Di belgeyên ku di destê we de ne jî naveroka wan projeyan heye.

10 navçeyên me hene, li her navçeyê hûn dizanin plakaya Mêrdînê 47 e. Ji her navçeyê ez soza 47 projeyên nû didim.

Em dê siyaseta xizmetê bimeşînin, ev hilbijartinên şaredariyan in, ji bo wê em tercîhên îdeolojîk û etnîkî nakin.

Li vî welatî em hemû xwişk û bira ne, bi hezaran sal bi vî awayî bûye.

“Birayên me yên Kurd birayê me yên dozê ne”

Her kesê ku li vî welatî dijî, birayên me yên Kurd birayê me yên dozê ne û ew jî wekî Tirkan xwedî mafên wekîhev in.

Hemû bi hev re xwediyê tapoya vî welatî ne. Em siyasetê li ser nasnameyê nakin, siyaseta ku li ser bingeha etnîkan di salên borî de hatî kirin di serî de ziyanên wê ji bo birayên me yên Kurd zêde bûne û me ev yek bi hev re dît.

“Em dê sozên xwe bînin cih”

Namzedê AK Partiyê îdia kir ku projeyên DEM Partiyê nînin û got:

“Di serî de ji bo birayên me yên Kurd û hemû xelkê vî welatî heta roja îro ji bo jinan, ji bo ciwanan, ji bo veguhastinê, ji bo çandiniyê, pîşesaziyê, bazirganiyê û ji bo pêşketin û bihêzbûna bajêr projeyeke wan û xizmeteke wan heye? Tune lê em dibêjin, em dê xizmetê bikin.

Bê guman kêmanî hene, em dê wan nehêlin, em dê sozên xwe bînin cih.

Em dê saziyeke ku adilane û wekîhev tevdigere ava bikin. Em cudahiyê nakin, kî çawa dixwaze bila wisa bijî, jixwe wê demê civak xweşik dibe.

Xelk dê ji hev cuda bifikire, ji ber ku eger hemû wekî hev bifikirin nabe.

Em dê ji hemû rengan rêzdar bin lê di nav yasayên xwişk û biratiyê de di nav hewayeke ku rêzê li hev bigirin de, jixwe ya ji bo Mêrdînê pêwîst jî ev e.

Em dibêjin tiştên ku we berê hilbijartin û ceribandin careke din meceribînin.

Ji ber hûn encamekê ji wê wernagirin. Bajarên din ji ber vê sedemê bilez bi pêş dikevin lê sedema ku Mêrdîn hîn di nav pirsgirêkên xwe de difetise ev e.”

“Min kasetên Şivan Perwer vedişartin”

Abullah Erîn diyar kir ku “Li pêşiya Kurdan asteng nemane” û da zanîn:

“Derbarê Kurdî de, bi hatina serokkomarê me re, bo çand, ziman û ferhenga Kurdî ti asteng li pêşiya birayên me yên Kurd nemane, ev yek divê bê dîtin.

Belê, berê asteng hebûn, li Tirkiyeya berê hebû. Ji bo ku ez karibim guh bidim kasetên Şivan Perwer min jî ew vedişartin lê ew dem li paş me ma.

Ew li Tirkiyeya berê hebû lê di ya niha de tune.

Li vir Zanîngeha Artukluyê heye, li zanîngehê beşê me yê Kurdolojiyê heye, li wir perwerdeya zimanê Kurdî tê dayîn.

Piştî dibistana amadeyî di xwendina bilind de xwedekar û ciwanên me yên ku dixwazin, li jêr çavdêriya mamostayên pispor fêrî dîrok, ziman, wêje û hunera Kurdî dibin.

Binêrin, bi sererastkirinên nû li dibistanên din jî li kêleka zimanên din yên biyanî yên wekî Erebî, Îngilîzî û Fransî zarokên me dikarin dersa Kurdî wekî dersa nemecbûrî hilbijêrin.

“Li pêşiya Kurdî asteng tunin”

Li pêşiya wê astengek tune. Li amadeyî û zanîngehê zarokên me yên dixwazin fêrî Kurdî bibin fêr dibin.

Li her cihî ji bo zimanê Kurdî zêdetir bê bipêşxistin kurs hene li pêşiya wan astengek tune.

Îro li Mêrdînê ya li cihekî din yê Tirkiyeyê kesekî ku Tirkî nizanibe û bixwaze derdê xwe bi Kurdî bîne ziman, ti asteng tunin.

Ew asteng li Tirkiyeya berê de man, di Tirkiyeya niha de ew pirsgirêk tunin.

“Kurd rastî cihêkariyê nabin”

Kesek ji ber ku Kurd e rûbirûyî cihêkarî û ferq û cudahiyê nabe tişteke bi vî awayî tune.

Tiştek ku nebe bibêjin, ez dê ji we re bibêjim belê rast e divê ew yek jî bê kirin lê rewşeke wiha tune.

Ez wekî Kurdekî dixwazim bibêjim bi zanebûn hinek fitneyê dixin navbera Kurd û Tirkan.

Li pêşiya ti asteng tunin, wekî Kurdekî min dibistana amadeyî xwend, piştre ez çûm zanîngehê ez bûm qaymeqam.

Heta Li Tirkiyeya kevn ez bûm qaymeqam, gelek kesên wekî min hene. Ya giring ew e ku hewldanên te hebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst