RAPOR - Zirara erdheja Mereşê 150 milyar dolar e

13-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Weqfa Lêkolîna Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyê, zerara darayî ya erdheja Mereşê 150 milyar dolar e. Piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê ku li 11 bajaran bandor li zêdeyî 10 milyon kesan kir, xebatên tespîtkirina zeraran berdewam in. Pisporê Weqfa Lêkolîna Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyê Aydin Ozudogru jî derbarê zerarên darayî yên erdhejê de raporek amade kir.

Li gor raporê ji bo avakirina herêmên erdhejê 150 milyar dolar û 5 sal dem pêwîst e. Li gor lêkolînên hatine kirin, ji bo jêrxan û ban, bihêzkirin û nûjenkirina avakirinê 88 milyar dolar, ji bo kelûpel, otomobîl û kelûpelên depokirî 35 milyar dolar û ji ber xerciyên erdhejê yên wek xorak û cihê manê di sê salên destpêkê de di navbera 30-40 milyar dolaran de pere pêwîst in. Divê nîvê xerciyan ji çavkaniyên hikûmî bên dabînkirin.

Li gor raporê divê xerciyên erdhejê bi planeke 5 salan bên rêkxistin. Ji ber erdhejê li gor dahata neteweyî dê barê budçeyê %8 zêde bibe.

Tê pêşbînîkirin ji budçeya sala 2023an ji ber erdhejê 600 milyar lîre zêde bê xerckirin. Herwiha rêkxistina aboriya Tirkiyê li gor karesatan jî dê bandoreke zêde li aboriyê bike.

Herwiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji ber erdhejê aboriya Tirkiyê sist bûye û dê enflasyon bilind bibe, bihayê avahiyan zêde bibe û dahata geştyariyê kêm bibe.

Roja 6ê Sibata 2023an, du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbîstana Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Li gor amarên fermî, ji ber wan erdhejên Mereşê heta niha nêzîka 48 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha bi sedhezaran avahî hilweşiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst