Bavê Alan Kurdî: Ez yek ji wan tohmetbaran nas dikim

13-03-2020
RÛDAW
Ebdullah Kurdî kêfxweşiya xwe anî ziman li hember girtin û cezakirina wan tohmetbaran
Ebdullah Kurdî kêfxweşiya xwe anî ziman li hember girtin û cezakirina wan tohmetbaran
Nîşan Alan Kurdî Ebdullah Kurdî Kobanî Rojava Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ebdullah Kurdî, Bavê Alan Kurdî derbarê cezakirina 3 tohmetbarên bûyera mirina Alan Kurdî de beşdarî bultena Rûdawê bû.

Ebdullah Kurdî kêfxweşiya xwe anî ziman li hember girtin û cezakirina wan tohmetbaran û diyar kir ku ew yek ji wan kesên hatine girtin nas dike û dibêje, “Wê demê 4 hezar euro ji min wergirtin.”

Bavê Alan Kurdî amaje bi bûyerên mirinê yên bi rêya deryayê dike û dibêje, “Ez ji hikûmeta Tirkiyê hêvî dikim ku mafên me bide me û mafên me bistîne.”

Ebdullah Kurdî, bavê Alan Kurdî dibêje jî wî ti dozek li Tirkiyê li ser wê bûyerê venekiribû û diyar dike ku hikûmeta Tirkiyê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Bavê Alan Kurdî aşkere jî dike ku dema bûyera mirina Alan, kesek ji wan tohmetbaran hewl daye peywendiyê li gel wî pêk bîne û aşkere dike, “Xwestin min qerebû bikin û gotin, tu çi dixwazî em dê bidin te lê navên me nebêje, lê min ji wan got ku ev dê li dadgehê yekalî bibe. Hejmarên xwe yên telefonî jî guhertin û ti haya min ji wan nema.”

Ebdullah Kurdî behsa bûyerê û karên bazirganên mirov jî dike û diyar dike ku, “Dibêjin 4 kes dê bi belemê biçin, lê dema tu diçî cihê belemê tu dibînîm ku 15 kes in û li belemê siwar dibin, eger tu siwar nebî dê te bikujin... bi rastî mafya ne, tu çareserî nîne divê tu siwarî belemê bibî.”

Bavê Alan Kurdî daxwaz jî dike ku ji bo rêlibergirtina bazirganên mirovan, tedbîrên tund bên wergirtin û nehêlin bazirganî bi mirovan bê kirin.

Ebdullah Kurdî spasiyên xwe pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê jî kirin ku girîngî bi vê bûyerê û doze daye.

Herwiha Bavê Alan Kurdî dibêje, di van heyamên nêzîk de dê zarokek wan çê bibe ku dê navê Alan lê bikin.

Li Tirkiyê 3 kesên tohmetbar ku bûne sedema xeniqîna Alan Kurdî li deryaya Egeyê, hatin girtin û her yek ji wan bi 125 sal zîndanê hatin cezakirin.

Roja 2yê Îlona 2015an belemeke ku 16 penaber hilgirtibûn ku Alan Kurdî û malbata wî jî tê de bûn, dema hewl dida bi rêyên qaçax derbasî Yunanê bibe li deryaya Egeyê binav bûbû û di encamê de Alan Kurdî û 4 kesên din xeniqîbûn.

Termê Alanê 3 salî jî li peravên deryayê li bajarokê Bodrumê ser bi parêzgeha Muglayê ve hatibû dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst