Hewlêr (Rûdaw) - Zîndana Tedmûrê cihê kuştin, êş, şkence û azarên giran bû, niha li wê zîndanê şopên komên Îranî tên dîtin.
Zinadana Tedmûrê, li Sûriyeyê di salên 80yî yên Sedsala 20î de di warê dan û standina li gel girtiyan de zîndana herî xerab bû.
Li gorî raporeke Human Rights Watchê (HRW), zêdeyî hezar girtiyên siyasî bi taybetî yên Îxwan el-Muslimîn (Birayên Misilman) li vê zîndanê ji aliyê rejîma berê ve hatibûn gulebarankirin.
Paşmayên komên çekdar ên nêzîkî Îranê li vê zîndanê diyar in ku wan di şerê navxweyî yê Sûriyeyê li hemberî mixalefetê piştgirî dida Esed.
Niştecihê Tedmûrê Zahir Selîm wiha anî ziman:
"Di 2015an de piştî derbasbûna DAIŞê, ev zîndan ji bo komên Îranî, Fatimiyûn û Hizbulahê bû baregeh. We bi çavên xwe nîvisên wan dîtin.
Niha ez dê li beşa duyem pirtûkxane û Huseyniya wan nîşanî we bidim, hemû nîvisandinên wan bi zimanê Farisî diyar in."
Koma Fatimiyûn a girêdayî Îranê ku Şîeyên Efxan in, zîndana Tedmûrê di salên şerê navxwe yê Sûriyeyê de ji bo xwe kiribûn cebilxane û pêgeha çêkirina mayîn û kemerên bomberêjkirî.
#VÎDEO - Zîndana Tedmûrê cihê kuştin, êş, şkence û azarên giran bû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 13, 2025
🛑 Niha li wê zîndanê şopên komên Îranî tên dîtin pic.twitter.com/sukOSKN7e8
"Ev zîndan baregeha herî mezin a Fatimiyûn bû"
Zahir Selîm wiha pê de çû, "Ev zîndan bi xwe baregeha Fatimiyûn bû, tijî çek û teqemenî bû.
Îdareya Operasyonên leşkerî tebabeke gelekî mezin ji çek û teqemeniyan ji vê derê bar kirin, rojane çek û teqemenî vediguhastin.
Gelek embar ji çek û teqemeniyan vala kirin, dema ku li bajêr Otela Miridianê û hotêlên geştyariyê kiribûn bargehên xwe ev zîndan baregeha wan a herî mezin bû."
Zîndana Tedmûrê ya Leşkerî sala 1966an ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hat avakirin.
27ê Hezîrana 1980yî ji aliyê rejîma berê ya Sûriyeyê ve li hemberî girtiyên siyasî komkujiya herî mezin hatibû kirin.
Çekdarên DAIŞê 30ê Gulana 2015an Zîndana Tedmûrê teqandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse