EFRÎN - Komên çekdar êrişî 2 kalan kir û pereyên wan dizîn

13-02-2025
RÛDAW
Nîşan Efrîn Komên Çekdar Kal Lêdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku di nava du rojan de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê komên çekdar 2 caran êrişî 2 kalên Kurd kiriye, li wan dane û pereyên wan jî dizîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di daxuyaniya xwe de ragihand:

“Şeva borî li gundê Îndareyê yê Efrîna dagirkirî komeke çekdar êrişî Mihemed Henîfê kal kir û ew dan ber derb û ledanan.

Her wiha mala wî jî talankirin.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn:

“Çekdaran ew kal dane ber derb û ledanan û dest û rûyê wî birîndar kirine.

300 dolarên Amerîkî jî jê dizîne û piştre mala wî têk dane ku ev yek bû sedema tirs û xofeke mezin.”

"Çekdarên nêzîkî Tirkiyeyê rojane darên Efrînê dibirin"

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê destnîşan kir ku çekdarên Firqeya Sultan Şah li taxa Şikakaya Şêx Hedîda Efrînê 500 dolar ji kalekî din ê Kurd ê bi navê Murad Elûş wergirtine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bal kişand ser wê yekê ku “rojane şêniyên Efrînê û derdora wê rastî dizî û çewsandinê tên.

Sedema zêdebûna van bûyeran jî nebûna dadmendî û lêpirsîna ji diz û sûcdaran a ji aliyê rayedarên Tirkiyeya dagirker û çekdarên girêdayî wê ye.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li ser birîna daran jî got:

“Çekdarên nêzîkî Tirkiyeyê rojane darên Efrînê dibirin.

Ew rojane zêdetirî 20 barhilgirên tijî darên çam û berûyê yên Çiyayê Qazqilyanê dibirin û li ber çavên polîsên bajarê Cindirêsê vê dikin.”

Piştî ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî wê Çiriya Pêşîn a 2018an êrişî herêma Efrînê kir (wê demê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bû), piştî şerekî du mehan 18ê Adara 2018an dagir kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst