VÎDEO - Qeleyên Dêrîn Uzêrî tên rûxandin

13-02-2024
Qeleyên Dêrîn Uzêrî tên rûxandin / Wêne: Ji ber dîmenan
Qeleyên Dêrîn Uzêrî tên rûxandin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Dêrîn Uzêrî Bac Zordarî Qele
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku doh çend xanî û qeleyeke wî hatin rûxandin, îro jî qeleyeke din a Dêrîn Uzêrî hat rûxandin.

Dêrîn Uzêrî, Pêşmergeyekî payebilind ê Yekîneya 70yî ya Pêşmergeyan e.

Tê gotin ku bi darê zorê bac standiye û gule li sermayedarekî reşandine.

Dadwer biryar daye ku were desteserkirin û dest deynin ser hemû mal û milkê wî.

Meha borî li Silêmaniyê gule li sermayedarê bi navê Ehmed Kamîl hatibûn reşandin û tê gotin ku ev yek bi fermana Kwêxa Dêrîn Uzêrî bûye.

Ehmed Kamîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa bûyerê kir û got:

“Min beriya ku ez bêm birîndarkirin bi du rojan yek milyon dolar da Kwêxa Dêrîn.”

Qeleya Dêrîn Uzêrî li ser rêya Dûkan û Silêmaniyê ye.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku di qeleya wî de dîwan, çend xanî û çewlîgeke ajelan jî hene.

Asayîşa Silêmaniyê doh beriya rûxandina xaniyên wî, ragihandibû ku biryara desteserkirina wî hatiye derxistin.

Dêrîn Uzêrî piştî ku fermana desteserkirina wî hatiye dayîn reviyaye û hîn jî nehatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst