Li Erziromê guran kesek perçe perçe kir

13-02-2024
RÛDAW
Nîşan Murat Aslan Gur Erzirom Agirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Çikilganê yê navçeya Gogsiyê ya Erziromê, kesekî ku dixwest ajelên xwe biçêrîne rastî êrişa guran hat û canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji Rûdawê re axivîne, bûyer 4 roj berê qewimî.

Li gorî agahiyan, Murat Aslanê 36 salî dema diçû ajelên xwe biçêrîne 60 metreyî dûrî mala xwe rastî êrişa guran hat.

Li gundekî din ê cîranê gundê Çikilganê, gundiyan cesedê kesekî ku perçe perçe bûbû û piraniya wî ji aliyê guran ve hatibû xwarin dît.

Hat zanîn ku ew cesedê Murat Aslan e û ji aliyê guran ve hatiye perçekirin û miriye.

Gundî ketine pey şopa guran û 8 gur kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst