Kuştina leşkerên Tirkiyeyê di nav partiyên siyasî de bu sedema karvedanan

13-01-2024
RÛDAW
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan PKK Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gerîlayên PKKyê roja Înê demjimêrên êvarê li devara Amêdiyê dijî baregeheke leşkerên Artêşa Tirkiyeyê çalakiyeke berfireh pêk anî.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya yekem de ragihand ku li devera Operasyona Pençe-Kilîdê di rûbirûbûnan de 5 leşkerên wan hatine kuştin, sê jê giran 8 leşkerên wan jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê got, “Li devera Operasyona Pençe-Kilîdê di rûbirûbûnan de 5 leşkerên me canê xwe ji dest dane 8 leşker jî birîndar bûne û birîna 3 ji wan giran e”

Lê demjimêrên derengên şeva borî yek li pey yekê hejmara kuştiyên Artêşa Tirkiyeyê zêde bû.

Li gorê daxuyaniya dawî ya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di wê çalakiya PKKyê de bi giştî 9 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Herwiha Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îdia kir ku di van şer û pevçûnan de 15 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

PKKyê heta niha hejmara qurbaniyên xwe piştrast nekiriye.

  medyaya nêzîkî wê dibêje kuştî û birîndarên Artêşa Tirkiyeyê ji yên ku hatine ragihandin zêdetir in.

Rojnameger Kawa Tolhildan ragihand, “Ev çalakî bi taybet li qada berxwedanê ya girê Amêdiyê, bi taybet li hember dagîrkerên ku li girê Şehîd Gelhat û Girê Şehîd Cesur bicih bûne hatiye kirin.

Niha encamên yekemîn gelekî baş in li gorî birêveçûna çalakiyê. Niha tişta ku tê zanîn hemû çeperên saxlem ên dagirkeran hatine îmhakirin.

Hêzên gerîla di nava çeperan de ne. Di çend deqeyên destpêkê de hêzên gerîla dest danîne ser gelek alavên leşkerî.”

Piştî çalakiya PKKyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li deverên Metîna, Xakurk, Gare û Metîna yên Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê 29 cih bi balafirên şer hatine bombebarankirin.

Bûyer di nav aliyên siyasî de jî bû sedema karvedanan.

AKP, CHP û ÎYÎ Partiyê bernameyên xwe yên danasîna berbijêran hilweşandin.

Biryar e îro bi Serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Stenbolê lûtkeyeke ewlehiyê bê saz kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst