Raporteke Rûdawê pêşeroja xwendekara Rojava garantî kir

12-12-2021
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Aram Mihemed Qadir Sewsen Merwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser raporteke Rûdawê pêşeroja xwendina xwendekara Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê ya zanîngehê garantî kir.

Keça bi navê Sewsen Merwan ji bajarê Qamişlo ku li gel malbata xwe li Hewlêrê dimîne, berî 2 salan pileyên wê di bekeloriya de  %95ê bû. Bi gotina wê, dema forma Zanko Line dagirtiye, bi şaşî hinek beş tijî kirine.

Wê pere deyn kirine, û sala xwe ya yekê derbas kiriye, lê îsal ew nikare qistê xwendina xwe bide, lewma egereke mezin heye, ku ji xwendina xwe bê par bimîne.

Sewsen bi rêya Rûdawê daxwaz kiribû ku çareyek ji rewşa wê re bê dîtin, ji ber ku derfetên malbata wê yên madî tune ne ku xwendina xwe berdewam bike, ku salane pêwistiya wê bi 2 milyon û 200 hezar dînarên Iraqî heye.

Wezîrê Xwendina Bilind yê Herêma Kurdistanê Dr. Aram Qadir wê raporta Rûdawê dibîne, peywendiyê bi peyamnêra Rûdawê Helebce Sedûn re danî û jê re dibêje, wê keçê bîne û were wezaretê em dê pirsgirêkê çareser bikin.

Îro Peyamnêra Rûdawê û ew keça xwendekar çûn Wezareta Xwendina Bilind û Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Aram Qadi ji wan re got, ew dê mesrefên xwendina sewsen Merwan bidin.

Dr. Aram Mihemed Qadir got “Hikûmeta Herêma Kurdistan hemwelatêyên me li kuderê bin, xwe bi hikûmeta hemû kurdan dizane.”

Herwiha Dr. Aram Mihemed Qadir amaje bi wê yekê kir ku, tenê daxwazeke wî ji wê xwendekarê heye, ew baştir bixwîne, û eger parçeyên din ê Kudistanê jî azad bibe, li wê derê bi baştirîn şêwe xizmet bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst