Li Deşta Mûşê çinîna gulberojan berdewam e

12-10-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Deşta Mûşê Gulberoj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Mûşê demsala çinîna gulberojan e û makîneyên dirûnê li nav erdan belav bûne.

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê îsal li 34 hezar û 279 donim erd gulberoj hatine çandin.

Berhemê gulberojan bi piranî ji bo çêkirina rûn tê bikaranîn û hinek jî weke dendik tên hişkkirin û firotin.

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanê Mehmet Gun anî ziman:

“Niha çinîna gulberojan berdewam e. Li gorî pêşbîniya me dê 6 hezar û 626 ton gulberojên zeytê û yên çerezatan berhem bê.

Ji bo aboriya bajarê me dahata gulberojên zeytê dê 140,5 milyon lîre be û ya gulberojên çerezan jî 40,5 milyon lîre û bi tevahî dê 181 milyon lîre dahat hebe.”

Deşta Mûşê yek ji navendên girîng ên gulberojan e

Gulberojên li Mûşê tên berhemanîn piştî çinînê ji kargehên rûn û çerezan ên li bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re tên firotin.

Endezyarê Çandiniyê Ahmet Gurkan Çelebi jî got:

“Me bi 9 makîneyên dirûnê dest bi çinînê kiriye.

Îro roja me ya heftan e û dê 13 rojên din jî berdewam bike.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane li ser 8 milyon dekar erd zêdetirî 2 milyon ton gulberoj tê berhemanîn.

Ji sedî 95ê gulberojan ji bo çêkirina rûn tê bikaranîn û ji sedî 5 jî wek çerez.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst