Li Şemzînanê çend projeyên geştyarî têne bicihkirin

12-09-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Şemzînan Colemêrg Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînan a Colemêrga Bakurê Kurdistanê çend projeyên geştyarî têne bicihkirin. Şaredarê navçeyê jî daxwaza vekirina deriyên Rûbarok-Megesorê yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê dike.

Li Şemzînanê projeyeke xizmetguzariyê hate vekirin û şaredariya bajêr, serpereştiya projeyan dike. Yek ji wan projeyan li çiyayê Efkarê ye û piştî bicihkirina wê, hejmareke zêde ya xelkê seredana wî çiyayî dikin.

Ji bo geştiyaran kepir û restorant hatine çêkirin.

Şaredarê Şemzînan Tahir Saklî di derbarê wan projeyan de ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin kerta geştyariyê ya wê navçeyê geştir bikin û di vê çarçoveyê de jî dê çend projeyên wan bê beramber bin û xelk dikarin bi dilê xwe lê bigerin.

Tahir Saklî got: “Berê ev der çol bûn, lê îro cihên meşê û tesîs û baxçeyên bêhnvedanê hene. Ji bo Şemzînana me cihekî wiha pêwîst bû. Me xwest em vê derl bikin cihekî ku dema mirov bixwaze ji qelebalixa bajêr dûr bikevin û bêhna xwe vekin, werin. Niha êvaran xelkê me tên bêhna xwe vedikin û demeke xweş derbas dikin. Ev jî ji bo me gelê me cihê serbilindî ye. Niha mêvanên me li vir bêhna xwe vedikin ev jî ji bo me cihê dilxweşiyê ye.”

Saklî da zanîn ku wan bêyî ku xwezaya herêmê xera bikin, park, cihê nimêje û tesîs çêkirin.

Şaredarê Şemzînanê  der barê deriyê sînor ê ji navçeya Rûbarok bo Herêma Kurdistanê de jî axivî û got: “Ji vir banga me ji hikûmeta me re ye. Bila ev derî demildest vebe. Ji ber ku her kesê ku li Şemzînan, Rûbarok û Geverê dijî xizmekî wî li aliyê din heye. Eger kesek bixwaze biçe sersaxiyê ji xizmekî xwe yê li aliyê din re dikare di nava yek saetê de bigihêje, lê ji ber ku derî tune ye 15 saetan bi otomobîlan digihêjin. Eger derî bê vekirin, derfeteke mezin tê peyda bibe. Hem ji bo têkiliyên biratî yên di navbera her du aliyan de li herêmên sînor, hem jî ji bo aborî dê bibe çavkaniya dahatê. Em li ser vê yekê bi rayedaran re axivîn. Digotin ji vî alî ve vekirina derî tu pirsgirêk nîne, lê divê aliyê din jî wê derfetê bide daku derî were vekirin."

Bi gotina Saklî Şemzînan xwedî siruşteke pir xweş e, deverên bi taybetî havînê hêjayî serdanê ne, ev yek ji bo geştyaran îmkanên baş dide, xelkê herêmê jî mêvanperwer in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst