PAK: Hişmendiya darbeya 12ê îlonê berdewam e

12-09-2022
RÛDAW
Nîşan PAK Bakurê Kurdistanê Tirkiye Darbeya 12ê Îlonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya ssalvegera 42yemîn a darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980an daxuyaniyek belav kir. PAK dibêje ku Dewlet Tirkiyê  îro jî li Bakur, Rojava û Başûrê  her bi wê hişmendîya darbeya leşkerî ya 12yê îlona tevdigere.

Îro 40 sal di ser darbeya leşkerî ya 12 Îlonê re derbas dibin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbû. Sererkanê wê demê yê Tirkiyê Kenan Evren dest danî ser desthilatê û pêvajoyeke nû destpê kir. Wê demê bi deh hezaran kes hatin girtin û dadgehkirin û bi dehan kes jî hatin darvekirin.

PAK di daxuyaniya xwe de ev darbe şermezar kir û ragihand: “Darbeciyên  12yê Îlona 1980an, li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê bi sedhezaran kes desteser kirin,g irtin, îşkence kirin. Bi deh hezaran kes neçar man welatê xwe terk kirin. Bi sedan kes hatin kuştin û hatin îdamkirin. Herwiha bi sedan kes hatin zindanîkirin”

PAK amaje bi wê yekê kir ku armanca esasî ya darbeya leşkerî  li dijî pêla xurt a doza azadiya Kurdistanê û demokrasî, edalet û wekheviyê ya li Tirkiyê bû û zerareke  mezin gihand  tevgera netewî-demokratîk ya Bakurê Kurdistanê û dibêje: “Piştî darbeya 12yê Îlonê  zilm û îşkence û hovîtî û qetlîamên ku li Zîndana 5 Nolû ya Diyarbekirê li girtî û hefsiyan hate kirin, ji kiryarên faşîzma Hîtlerî ne kêmtir bûn.”

Di beşeke din da daxuyaniya PAKê de tê gotin: “Dewlet Tirkiyê, îro jî êdî ne bes li Bakurê Kurdistanê, herweha li himberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, her bi wê hişmendîya darbeya 12yê îlona 1980an tevdigere. Dewlet Tirkiyê îro jî bi hişmendîya dijayetîya miletê Kurd, ji bo ku Kurd li tu derê cîhanê tu statuyeke siyasî, tu mafên netewî bidest nexin, êrîş û neheqî û kuştin û dagirkirin û karên wêrankarîyê didomîne. Belê, hişmendîya darbeya 12yê îlona 1980an îro jî berdewam e. Lê ev siyaseta Tirkiyê dê negihêje tu encameke ku ew xeyal dikin.Doza azadiya Kurdistanê bi rê û rêbazên meşrû, sivîl, siyasî dê bigihêje armanca xwe ya meşrû.

Di 42emîn salvegera wê de, em bi hemû kiryar û hovîtî û encamên wê ve, darbeya 12ê Îlona 1980yê careke din rûreş dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst