Li Dêrsimê jin û mêr bi hev re beşdarî karê çêkirina rêyan dibin

12-09-2020
Ali Haydar Gozlu
Li ser banga Şaredarê Dêrsimê xelk jî beşdarî xebatên şaredariyên bûn
Li ser banga Şaredarê Dêrsimê xelk jî beşdarî xebatên şaredariyên bûn
Nîşan Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li kolaneke parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê tîmên ser bi şaredariyê û hêjmarek ji xelkê parêzgehê di nav ahengiyekê de mil bi mil kar dikin û kevirên li kîleka rêyan dirust dikin.

Şaredariya Dêrsimê ku ev demeke rûbirûyî pirsgirêkên darayî ye û ji ber wê yekê nikarîbû pirojeyên li ber destê xwe cîbicî bike, ji bo çareseriyê û kêmkirina xerciyên xwe banga hevkarî û alîkariyê li xelkê Dêrsimê kir.

Encumena Gel a şaredariya Dêrsimê, banga hevkarî û alîkariyê li xelkê Dêrsimê kir. Hêjmarek jin û mêrên Dersimê, li ser vê bangê, dest û milên xwe badan û li gel karmendên şaredariyê dest bi cîbicîkirina kevirên li kêleka rê kirin.

Li kolana Demiroluk a navenda parêzgehê tîmên ser bi şaredariyê û hêjmarek ji xelkê parêzgehê di nav ahengiyekê bi hevdu re kardikin. 

Hemwaltiya bi navê Songul Turan dibêje: “Rewşa şaredariya me nebaş e. Em jî weke jinên malê hatin bibin alîkar. Xebata bi hev re gelek xweş e.”

Serokê Şaredariya Dêrsimê jî li gel tîmên şaredariyê û hemwelatiyên bajêr ên xwebexş mil bi mil kardike.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu jî got: “Wek hûn jî dizanin ew zêdeyî du salan e em li vir in, lê ji ber ku budçeya me nîne em nikarîn kar gelek kar bikin. Lewme me biryar de em ligel gelê xwe re bi hev re bixebitin. Ev sê sal in li vê derê ti xebatek nehate kirin. Herwiha ev salek e rê li ber karên me tê girtin.”

Dersimî bi kêfxweşî beşdarî kar dibin û bi vê şêweyî hewl didin barê li ser milê şaredariyê kêm bikin. ew dibêjin ji bo xizmeta bajarê xwe amedene di dema pêş de jî palpiştiya şaredariyê bikin.

Hemwelatî Feyzî Konak jî got: “Serokê şaredariyê bang kir, em jî ligel heval û cîranên xwe hatin. Ev şaredarî şaredariya me ye. Li kuderê rêyek were çêkirin em tê alîkariyê bikin.”

Beşdariya xekê di cîbicîkirina pirojeyên şaredariyê de, heta radeyekî, xerciyên şaredariyê kêm dike, herwiha ji aliyê din ve jî, li gel xelkê parêzgehê hestên berpirsyartiyê di ber kar û barên parêzgeha xwe de zêdedike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst