Li Almanyayê li şûna derziya Coronayê, ava xwê li xelkê dan

12-08-2021
RÛDAW
Nîşan Almanya Ava Xwê Derzîkirin Covid-19
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wîlayeta Saksonya Jêrîn li herêma Friesland, guman hene ku perestarekê li şûna derziya li dijî Coronayê, ava xwê berdabe laşê xelkê û piştî belavbûna vê nûçeyê bi hezaran kesên ku li wê bingehê hatibûn derzîkirin careke din navê xwe ji bo wergirtina derziyê tomar kirin.

Ev guman di meha Nîsanê de çêbûye û heta niha di bin lêpirsîn û lêkolînê de ye. Doh polîsên wîlayetê ragihandin ku dibe bi hezaran kes nehatibin derzîkirin û bê parastin mabin, ji ber ku ava xwê li wan dane. Li gorî daxuyaniyê, derdora 8 hezar û 500 kesî bi ava xwê hatine derzîkirin.

Serokê Desteya Krîzê a Coronayê li Wîlayeta Saksonya Jêrîn Heiger Scholz dibêje, gelek amaje û nîşan hene ku wê perestarê ne bi şaşî lê bi zanebûn ava xwê li xelkê daye ji ber ku dijbera vaksînê ye.

Li gorî Qeymeqamê Friesland Sven Ambrosy jî li gorî encama lêkolîna polîsan di mehên Adar û Nîsanê de 9 hezar û 673 kes li şûna BioNTech/Pfizer, Moderna û Astrazeneca bi ava xwê hatine derzîkirin. Perestar hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst