Newroz li Almanyayê hat pîrozkirin: 'Em dê bi Kurdan re bin'

20-03-2024
Zinar Şîno
Li Almanyayê mersîmek ji bo Newrozê hat lidarxistin
Li Almanyayê mersîmek ji bo Newrozê hat lidarxistin
Nîşan Newroz Berlîn Almanya
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Bi beşdariya serokên partiyên Almanyayê Cejna Newrozê li Berlînê hat pîrozkirin.

Ew merasîm li Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Berlîna Paytexta Almanya hat lidarxistin.

Seroka Partiya Sosyal Demokratan a Almanyayê Saskia Esken, Serokê Partiya Yekîtiya Xiristiyanan Friedrich Merz, Sekreterê Giştî yê Partiya Lîberalên Demokrat a Almanyayê û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn.

“Newroz sembola serkeftina azadiyê ye li ser zordariyê”

Serokê Partiya Yekîtiya Xiristiyanan Friedrich Merz got:

“Ez dixwazim vê derfetê bi kar bînim û spasiya xwe ji bo vexwendina we bikim.

Ez ji dil û can cejna sala nû ya Kurdî li we pîroz dikim.

Ev bone derfeta wê yekê bi me dide ku em biçin nav kûratiya vê çanda dewlemend û vê cejna dêrîn a hezar salî.

Cejna sala nû ya Kurdî destpêkirina biharê ye jî.

Newroz sembola serkeftina ronahiyê ye li hemberî tarîtiyê, serkeftina azadiyê ye li hemberî zordariyê.

Li gorî ku min zaniye, ev cejn di nava gelek malbatên Kurd de boneya herî girîng a salê ye.”

Seroka Partiya Sosyal Demokratan a Almanyayê (SPD) Saskia Eskenê jî di axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo mafên Kurdan derbirî.

“Wekî Almanyayê em dê li gel Kurdan bin”

Seroka SPDyê Saskia Eskenê got:

"Dixwazim we piştrast bikim ku Partiya Sosyal Demokratan li gel we ye û bi hev re li gel we em dixwazin hemû neteweyên din ên cîhanê di nav aştiyê de bijîn.

Pêwîst e dawî li wê yekê bê ku mirov bi sedema netewe û ayînan were piştguhxistin, mafên wan jê werin standin û werin bindestkirin.

Herwiha wekî Almanyayê em dê li gel Kurdan bin û bi hev re li gel we li dijî regezperstî û kerb û kînê rawestin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst