Fesîh Ersonmez: Li Amedê ji bo 200 hezar xwendekaran tenê 9 hezar tablet hatin belavkirin

12-05-2021
Ferdî Sak
Nîşan Fesîh Ersonmez Perwerdehî Xwendekar Tablet Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Sendîkaya kedkarên Perwedehî û Zanistê (Egitim-Sen) yê Şaxa Amedê Fesîh Ersonmez têkildarî rêjeya vaksînkirina mamosteyan û rêjeya tevlîbûna perwerdehiya online ya li Amedê û parêzgehên derdor de agahî da û di wan agahiyan de got: “Li Amedê û navçeyên wê 200 hezar xwendekar tevlî dersan nebûne û tenê ji %20ê mamosteyan hatine vaksînkirin”    

Rêveberê Giştî yê Sendîkaya kedkarên Perwedehî û Zanistê yê Şaxa Amedê Fesîh Ersonmez têkildarî rêjeya vaksînkirina mamosteyan û rêjeya tevlîbûna perwerdehiya online ya li Amedê, agahiyên xwe bi Rudawê re parvekirin.

Ersonmez di axaftina xwe de balkişand ser rewşa vaksînkirina mamoste û xwendekaran ya li Amedê û got “Li Amedê bi tenê derdora %20ê mamosteyan hatine vaksînkirin. Ew jî mamosteyên dibistana Seretayî ne û tenê doza yekem ya vaksînê kirine. Dest bi vaksînkirina mamosteyên pola 8 û 12 nehatiye kirin. Dibe ku vaksînkirina wan di 17ê Gulanê de destpêbike lê ev yek jî nediyar e” Ersonmez derbarê agahî stendina amarên vaksînkirina mamosteyan de jî got ku agahî yên rast bi wan re nayên parvekirin û  dema ew bixwazin amarên rast bizanibin, rayedar agahiyan nadin wan û ji wan re dibêjin hûn dê bi medyayê re parvebikin.         

Ersonmez di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku  pêvajoya perwerdehiya online neyîniyê li ser proseya xwendinê çêdike û amarên tevlîbûna wê jî li Amedê û navçeyên derdor gelek kêm û got “Li Amedê 200 hezar xwendekar yek çirkek jî tevlî perwerdeya online nebûne. 200 hezar xwendekar nekevin dersê, ev pirsgirêkek pir mezin e. Ev xwendekar dê bikevin ezmûnan, ev dê çawa ji van dersên xwe derbas bibin. Par serdemek çû, îsal jî du serdem, lê ev xwendekar yek carê jî tevlî dersê nebûne. Ev xwendekar winda dibin. Kêmasî dikeve perwerdehiya wan.” 

Ersonmez di dawiya axaftina xwe de ragihand ku di perwerdehiya online de newekheviyek heye û kesên ku derfetên wan yên aborî hene dikarin tevlî dersan bibin lê ew kesên ku materyalên elektoronîk nebin nikarin tevlî dersên online bibin û got: “Ev kêmasî û pirsgirêka dewletê ye, dikaribûn di serî de çareserbikirina, xetên înternetê bikişandina xaniyan û tablet û computer belavkiribûna lê çend dem derbas bûn ev nehat çareserkirinê. Li Amedê tenê 9 hezar tablet hatin belavkirin. 9 hezar tablet wê çawa têra 200 hezar xwendekaran bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst