Hewlêr (Rûdaw) - Rêya di navbera parêzgehên Wanê û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ji ber herifîna axê hat girtin.
Ji ber baranbarîna ji doh ve berdewam dike, axa kaşê dikeve ser rêya di navbera Wanê û Colemêrgê de herifî, bi wê sedemê îro 12ê Nîsanê ev rê li çûn û hatinê hat girtin.
Li gor agahiyan tîmên vekirina rê dest bi pakkirinê kirine. Lê gelek otomobîl di rê de asê mane û li bendêne ku rê bê vekirin ku rêwîtiya xwe berdewam bikin.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Şemiyê 8ê Nîsana 2023an ji bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ku di nav de Bedlîs, Colemêrg, Sêrt, Wan û Şirnex hebûn hişyariya ba û bahozê dabû û li gor zanyariyan dê li cihên bilind ên herêma Serhedê jî berf bibare.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse