Agirî - Ciwanên Kurd bi meşaleyan ber bi gora Ehmedê Xanî ve meşiyan

20-03-2024
RÛDAW
Nîşan Platforma Ciwanên Serbixwe Newroz Agirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ciwanên Serbixwe li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ber goristana Ehmedê Xanî şahiyeke Newroz saz kir.
Pîrozbahiyên Newrozê li her 4 parçeyên Kurdistanê berdewam dikin.

Li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê komeke ciwanên Kurd a bi navê “Platforma Ciwanên Serbixwe” îro êvarê li bajarê Bazîdê li kêleka Qesra Îshaq Paşa û gora Ehmedê Xanê ahengeke Newrozê saz kir.

Di dîmenan de tê dîtin ku bi dehan ciwanan bi meşalayan ji Qesra Îshaq Paşa û Gora Ehmedê Xanê ber bi Çiyayên Agiriyê dimeşin, sirûdên Kurdî dixwînin, sloganên bijî Kurdistan berz dikin.

Ji ber meha Remezanê û rewşa keşûhewayê pîrozbahiyên Newrozê îsal li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê zû dest pê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst