18 sal di ser serhildana Qamişlo re derbas bûn

12-03-2022
Hisên Omer
Îro salvegera serhildana Qamişlo ye
Îro salvegera serhildana Qamişlo ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 12ê Adarê, 18mîn salvegera serhildana ku ji bajarê Qamişlo destpê kiribû û paşê jî tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriyê vegirtibûn. 3 siyasetmedarên Kurd ji 3 herêmên Rojavayê Kurdistanê ku şahidhalên serhildanê bûn û xwedî rol bûn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa wan rojên serhildanê dikin.

Roj 12ê adara 2004an yarîgeha Yaneya Cîhad li Qamişlo, berî destpêkirina marşa Cîhad û el Fitewe, yaneya Dêrezorê, piştevanên vê yaneyê ku bi sedan ji Dêrezorê hatibûn êrîşî piştevanên yaneya mêvandar kirin.

Selîm Kebûl parêzgarê Hesekê, ligel hêzeke mezin derbasî nav yarîgehê bûn û li derdora wê belav bûn. Hêzên ewlekariyê cemawerê yaneya cîhad gulebaran kirin û 4 kes di cîde şehîd bûn û hejmareke din birîndar bûn. Roja 13 adarê dema merasîma veşartina termên şehîdan, hêzên hikûmeta Sûriyê careke din sivîl gulebaran kirin û hejmarek kes şehîd bûn û birîndar bûn.

Di encamê de, tevahiya bajar û bajarokên herêma Cizîrê serî hildan û bi deh hezaran Kurd daketin cadeyan û êrîşî sembolên desthilatê kirin.

Roja 14ê adarê, çiroskên serhiladanê gihiştin bajarê Kobanî û bi deh hezaran xelkê Kobanî serî hildan.

Roja 16ê adarê, bi deh hezaran Kurd li Bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê û bajarê Helebê daketin kolanan û dengê xwe ji bo piştevaniya Qamişlo bilind kirin.

Di 7 rojên serhildanê de: 34 kes  şehîd bûn, derdora 100 kesan birîndar bûn. 3000 kes hatin girtin, hejmarek ji wan hatin hikumkirin. Bi sedan kes koçberî Başûrê Kurdistanê bûn. 60 xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin, ji wan 11 xwendekar bi yekcarî hatin derkirin. Bi hezaran dikanên Kurdan hatin talankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst