Balafirên Tirkiyê Xwakurk û Batîfa bombebaran dikin

12-03-2016
RÛDAW
Nîşan Balafirên Tirkiyê Bombebaran Başûrê Kurdistanê PKK Xwakurk Batîfa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balfirên şer ên Tirkiyê derbasî sînorê esmanî yê Başûrê Kurdistanê bûn û çend navendên PKKê li Çiyayê Xwakurkê û bajarokê Batîfa bombebaran kirin.

  

Balafirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna navenên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişî çend cihan li bajarokê Batîfa ya ser bi navçeya Zaxo û herwiha Çiyayê Xwakurkê li bajarokê Sîdekan ê girêdayî Soranê kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Zaxo Xerîb Mecîd ragihand, balafirên Tirkiyê çend cih li derdora gundê Keşan ê ser bi bajarokê Batîfayê bombebaran kirin.

 

Peyamnêrê me got, balafiran 4 cih li derdora Keşanê ku tenê 400 heya 500 metrî dûrî gund bûn, dane ber bombeyan.

 

Bajarokê Batfîa girêdayî navçeya Zaxo û li parêzgeha Dihokê ye.

 

Derbarê zirarên êrişan de ti agahî nehatine zanîn.

 

Roja çarşemiya borî 9ê Adarê jî balafirên şer ên Tirkiyê êrişî heman gundi kiribûn û di encama bombebaranê de malek di nav vî gundi de hatibû wêrankirin.

 

Rêvebirê Bajarokê Batîfa Mihemed Hesen pêştir di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, gerîllayên PKKê diçin nêzîkî gundan û ji ber wê yekê jî ew gund rastî êrişên balafirên Tirkiyê tên.

 

Xwakurk jî hat bombebarankirin

 

Ji aliyekê din ve her îro balafirên şer ên Tirkiyê çend cih li Çiyayê Xwakurkê yê li bajarokê Sîdekanê jî bombebaran kirin.

 

Peyamnêrê me li Soranê Bextiyar Qadir ragihand, balafirên Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlla û navendên PKKê êrişî çend cihan li Çiyayê Xwakurkê kirin.

 

Derbarê êrişan û zirarên îhtîmalî de ti agahî nehatine bidestxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst