Agirî bûye rawestgeha geştyar û wênegirên zivistanê

12-01-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Agirî Zivistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Giyadînê ya parêzgeha Agiriyê bi barîna berfê re geştyaran û wênegirên zivistanê berê xwe da wir.

Di vê sermaya zivistanê de germavên Giyadînê bûne rawestgeha geştyaran.

Ji çendîn bajarên Tirkiyeyê geştyar û wênegir diçin parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê û 3 rojan li cihên dîrokî û geştyariyê digerin.

Geştyarê bi navê Huseyîn Gedîklîoglu got:

“Her tişt gelekî xweşik e, mirovên wê gelekî baş in, hewaya wê gelekî xweş e.”

Wênegir Ayşe Çalişkanê jî got:

“Me Çiyayê Agiriyê dît. Li ber Çiyayê Agiriyê yê bi heybet me wêneyên gelek bedew girtin.

Em piştî wê çûn ser Çemê Muradê û ji wir jî em çûn Diyadînê, gelekî xweşik bûn.”

Geştyar û wênegirên ku ji bajarên wek Stenbol, Kocaelî û Sakaryayê berê xwe da Agiriyê li deverên dîrokî yên wek Qesra Îshaq Paşa, Çemê Muradê, Germavên Giyadînê, Gola Masiyan û Çiyayê Agiriyê geriyan.

Hinek ji wan dibêjin di jiyana xwe de cara yekem e cihekî ewqas bedew dibînin.

Geştyara bi navê Gulhîz Arslanozturkê jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

“Ev der gelekî xweş e. Gelekî sar e lê me wêneyên gelekî xweşik girtin.”

“Qesra Îshaq Paşa bêhempa bû”

Wênegir Huseyîn Can diyar kir ku wî bi taybetî dixwest Qesra Îshaq Paşa bibîne û got:

“Ji bo wê ez beşdarî vê grupa geştyaran bûm. Piştre em gihiştin, min dît ku li Agiriyê cihên gelekî xweş hene. Ji xwe Qesra Îshaq Paşa bêhempa bû.”

Salane bi sedhezaran geştyar di her çar demsalan de berê xwe didin Agiriyê.

Li gorî amarên Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê di şeş mehên destpêkê yên sala 2023yan de 152 hezar û 79 geştyarên navxwe û biyanî çûne Agiriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst