Li Agiriyê pirtûkeke hezar salî hat dîtin

05-04-2024
Nîşan Agirî Pirtûk Kevar Destxet Îbranî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xamûrê ya parêzgeha Agiriyê pirtûkeke hezar salî hat dîtin.

Ew pirtûk destxet e û bi zimanê Îbranî ye.

Tîmên Fermandariya Cendimeyan a Bajêr, di çarçoveya operasyonên “qaçaxçîtiya berhemên dîrokî” de ev pirtûk di otomobîlekê de dît.

Li ser bergê pirtûkê jî destxeta bi zimanê Îbranî heye û tê texmînkirin ku Serdema Navîn hatibe nivîsîn.

Hêzên ewlehiyê li ser vê bûyerê du kes desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst