Sileman Oso bersiva Aldar Xelîl da: Pêşmergeyên Roj ti caran nabin çete!

12-01-2021
Aldar Xelîl Pêşmergeyên Roj weke ‘çeteyên Tirkiyê’ bi nav kiribû
Aldar Xelîl Pêşmergeyên Roj weke ‘çeteyên Tirkiyê’ bi nav kiribû
Nîşan Pêşmergeyên Roj Silêman Oso Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso,  gotinên Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl red kir ku gotibû “Pêşmergeyên Roj çete ne” û bang li bang li PYNK kir ku divê daxunyaniyeke zelal li ser gotina Aldar Xelîl belav bike. Silêman Oso herwiha got ku kiryarên Pêşmergeyên Roj her tim zelal bûye û berevanî di axa Kurdistanê de kirine.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera ENKS û Partiyên Yekitiya Neteweyî yên Kurd (PYNK) axivî û herwiha bersiva Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl da.

Aldar Xelîl di hevpeyvînek ligel medyaya nêzîk PKKê de Pêşmergeyên Roj weke ‘çeteyên Tirkiyê’ bi nav kiribû û gotibû: “Pêşmergeyên Roj y rastî pêşmerge nînin. Çete ne. Di destê dewleta Tirk de bûne çete. Li Şingalê û li Qendîlê bi kar anîn. Kesên çetetî kirine rast nîne li Rojava wezîfeya eskerî bikin.”

Li ser vê yekê Silêman Oso jî ragihand ku ew û PYNK li ser bingeha lihevkirineke siyasî û serbazî danûstandnê dikin û tekez kir ku berpirsên HSDê qebûl kriine ku hevkarî navbera şervanên HSD û Pêşmergeyên Roj de bê kirin û mijara derbasbûna Pêşmerge bo berevaniya li Rojavayê Kurdistanî jî hatiye qebûlkirin.

Oso amaje bi wê yekê kir ku Aldar Xelîl bi wan gotinên xwe naxwaze Diyaloga Kurdî-Kurdî biser bikeve û ew helwesta wî nayê qebûlkirin got: “Em kengê bigihêjin qonaxekê Aldar Xelîl dê me vegerîne destpêkê. Ew an nizane li ser çi danûstandin têne kirin û çi têne îmzekirin an jî niyetek din heye. Bi rastî bi navkirina Pêşmerge weke çete cihê maxibaniyê ye. Eger ji wî were dê pehîneke li maseyê danûstandinan bide da ku em negihêjin ti encamê.”

Bi gotina Pêşmergeyên Roj her tim berevaniya axa Kurdistanê kiriye û kiryar û helwesta wan her tim zelal bûye û ew dibêje: “Pêşmergeyên Roj li cihê xwe û berevaniyê di berevaniya herêmên xwe dike. Hemû cihan dizanin Pêşmergeyên Roja çawa li dijî DAIŞê şer kir û çawa li hemberî Heşda Şeibî li ber xwe da ku dixwestin tevahiya Kurdistanê dagir bikin. Pêşmergeyê Roj di destê ti kesî de dê ti caran nebe çete. Pêşmerge Roj ji berevaniya axa Kurdistanê Sûriyê heye.”

Aldar Xelîl herwiha dabû zanîn ku, wan xwestiye hilbijartin çêbibin, lê bi gotina wî “ENKS bêyî hilbijartinan dixwaze bibe nîviyê xwediyê rêveberiyê, lewma niha danûstandin sekinîne.”

Silêman Oso diyar kir ku wan û aliyên din li hev kirine ku dema ENKS û PYNK gihîştin rêkevtinê piştî salek piştî îmzakirina rêkevtinê dê hilbijartin li Rojavayê Kurdistanê bêne kirin û nûnerên Amerîkî jî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî jî ji wê yekê agahdarin û nimûmeyên wê lihevkirinê li ba hemû aliyan hene.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê  herwiha bang li PYNKê kir ku divê daxunyaniyeke zelal li ser gotina Aldar Xelîl belav bike û li ser gotina PYNKê ew dê helwesta xwe eşkere bikin.

Silêman Oso herwiha daxwaz kir ku kesên din li şûna Aldar Xelîl bigire da ku di berjewendiyên danûstandinên di navbera herdu aliyan de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst