Sêwaz bajarê herî sar ê Bakurê Kurdistanê ye

12-01-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Sêwaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê bajarê herî sar ê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ragihand ku bajarokê Kamîlava yê ser bi parêzgeha Sêwazê navçeya herî sar a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye, ku pileya germayê daketiye 22,8 pile jêr sifrê.

Ew çemê di nav bajêr re diçe bi tevahî qeşa girtî ye û qeşayê baskê xwe bi ser tevahiya bajêr de kişandiye.

Ji wextê hatine demsala zivistanê ve, Sêwaz yek ji wan bajaran bûye ku her destpêkê bi awayekî berdewam berf lê bariya ye û sir û sermayeke zêde lê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst