Hewlêr (Rûdaw) - Cendirmeyan di 15emîn roja çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê de midaxeleya çalakiyê kir û zêdetirî 110 karkeran desteser kirin.
Karkerên Ozak Tekstîlê ku 15 roj in ji ber guvaş û gefên xwediyê kar û sendîkaya ku jê îstifa kirine Oz-Îplikê, di çalakiyê de ne.
Karkeran xwest li ber deriyê kargehê çalakiya xwe bikin lê cendirmeyan nehişt ku bikevin hundirê kargehê.
Karkeran piştî midaxeleyê biryar da ku li Qada Rabiayê bicivin lê di navbera wan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.
Cendirmeyên ku 6ê mehê bi copan û gaza rondikrêj êrişî karkeran kiribû û 22 karker û rêveberên Sendîkaya BÎRTEK-SENê desteser kiribûn, îro jî bi heman awayî zêdetirî 110 karkerên din desteser kirin.
Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci ji Rihayê ragihand ku di navbera Parlamentera EMEPê ya Dîlokê Sevda Karaca Demîr û hêzên ewlehiyê de alozî derket.
Karker dibêjin heta daxwazên wan neyên bicihkirin ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Li Rihayê karkerên Ozak Tekstîlê di xwepêşandana xwe de berdewam in
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 11, 2023
Hinek karker hatin desteserkirin
Abdulselam Akinci zanyariyên zêdetir dide pic.twitter.com/q42IJk1sdS
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse