Karkerên Ozak Tekstîlê 15 roj in doza heqê xwe dikin

12-12-2023
Abdulselam Akinci
Karkerên Ozak Tekstîlê/Wêne: Rûdaw
Karkerên Ozak Tekstîlê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Ozak Tekstîl Karker Xwepêşandan Riha
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê di roja 15emîn de jî berdewam kir.

Li navendaya pîşesaziya rihayê karkerên Ozak Tekstîlê ku 15 roj in di girêvê da ne rastî mudaxeleyê hatin.

Cendirmeyan bi ava şid û gaza rondikrêj mudaxaleyî karkeran kir û rê nedan ku ew li ber kêlgeha Ozak Tekstîlê daxûyanî bidin.

Di encama mudaxeleya cendirmeyan de 110 karker hatin desteserkirin

“Heqê me bidin”

Karker Mehmet Koca got “Em dixwazin nanê xwe pariyek zêde bikin. Karker dixwazin ku pariyek li nanê xwe zêde bikin. Şertê me wekî mirovan be, heqê me bi me din.”

“Kesek ji me re çareseriyek nedîtiye”

Karker Şukru Îkîkardeş anî ziman, “Îro va 15 roj in me xwe daye ber vê rewşê. Kesek jî ji me re çareseriyek nedîtiye. Em dê wiha jî dewam kin.”

Karker Adem Çakar diyar kir “Ne walî, ne patron, ne qaymeqam ti kesî bi me re hevdîtin nekiriye. Tenê ew ferman didin eskeriyê û cendirme bi ser me de tên.”

500 karkerên Ozak Tekstîlê ku berê bi ser sendikaya Oz Îplîk Senê ve bûn bi hinceta ku sendikaya wan mafê wan naparêze û şertên wan ên xebatê ne baş in çend hefte berê ji wê sendîkayê veqetiyabûn û derbasî Bîrtek Senê bibûn.

Rêvebiriya Ozak Tekstîlê jî vê yeke qebûl nakin û ji karkeran daxwaz dikin ku ew dîsa li sendikaya bere vegerin.

Ji ber vê nakokiyê 500 karker 15 roj in di girêva de ne û naçin kar.

“Heta ku mafê me qebûl nekin em dê berdewam bikin”

Serokê Sendîkaya Bîrtek-Senê Mehmet Turkmen wiha axivî, “Heta ku patron mafê me qebûl bike ev berxwedana me dê dewam bike.

Mafê me jî ev e, ew hevalên me yên ji kar hatine derxistin bila dîsa vegerînin.Karker dixwazin biçin kîjan sendîkayê bila biçin.

Bila kes mudaxeleyî wan neke. Ya din jî bila îradeya karkeran nas bikin, em vê dixwazin.”

Li gel rêvebirên sendikaya Bîrtek Sene parlementer, saziyên civaka sivîl û karkerên xwepêşander li qada rabîayê ya Rihayê civiyan.

Li wê derê karkeran binçevkirinan protesto kirin, daxuyanî dan û daxwaza mafê xwe kirin.

“Jin dixwazin di şertên mirovî de bijîn ne di şertên koletiyê de”

Parlementera EMEPê ya Dîlokê Sevda Karacayê got, “Ev berxwedana 15 rojan deyndarê karkerên jin ên Ozak Tekstîlê ye.

Daxwazin jinan eşkere ne. Ew dixwazin di şertên mirovî de bijîn ne di şertên koletiyê de bijîn.”

Piştî daxuyaniyê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de carek din alozî derket.

Di encama aloziyê de Serokê Bîrtek Senê Mehmet Turkmen û 3 rêvebirin sendîkayê jî di nav de 110 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst