RIHA – 19 karkerên Ozak Tekstîlê hatin desteserkirin

13-12-2023
RÛDAW
Îro danê sibehê cendirmeyan midaxeleya karkeran kir / Wêne: Medyaya civakî
Îro danê sibehê cendirmeyan midaxeleya karkeran kir / Wêne: Medyaya civakî
Nîşan Riha Ozak Tekstîl Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê (Birtek-Sen) û 19 karkerên Ozak Tekstîlê yên di grevê de hatin desteserkirin.

Li Rihayê çalakiya karkerên kargeha Ozak Tekstîlê ya ku 27ê Çiriya Paşînê dest pê kir berdewam dike.

Îro danê sibehê cendirmeyan midaxeleyî karkeran kir û di encamê de 19 karker desteser kirin.

Cendirmeyan ava şid bi ser karkeran de rijand û ew belav kirin.

Sendîkaya Karkerên Tekstîlê (Birtek-Sen) li ser hesabê xwe yê medya civakî nivîsiye:

“Sekreterê Giştî yê Sendîkaya me Mikail Kiliçalp û 19 karker hatin desteserkirin. Divê kesên desteserkirî demildest bên berdan.

Em bangî hemû hêzên ked û demokrasiyê dikin, li dijî zext û tundûtûjiya li hemberî karkeran dengê xwe bilind bikin.”

450 karkerên Ozak Tekstîlê bi hev re ji ber ku xwedî li mafê wan dernakeve ji Sendîkaya Oz-Îplîkê ku endamê wê bûn îstîfa kir û wan dest ji kar berda.

Karker dibêjin, bi fermana parêzgariyê cendirmeyan ji wan xwestiye dawî li çalakiya xwe bînin lê ew dê berdewam bikin.

Roja sêşemê nûnerên karkeran û Kompanyaya Ozak Tekstîlê hevdîtinek kiribû lê wan li hev nekiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst