Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel qebûl kir.
Ofîsa Barzanî li ser hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Patrick Durel daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem jî di civînê de amade bû.
Patrick Durel ji bo serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Serok Barzanî pîroz kir.
Balyozê Fransayê ji bo rêjeya zêde ya beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî jî lidarxistin û serkeftina hilbijartinan wekî palpiştiyeke mezin a ji bo sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê bi nav kiriye.
Serok Barzanî ji bo çavdêriya hilbijartinan spasiya civaka navneteweyî kir.
Di vê civînê de rewşa siyasî ya Îraq û herêmê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan pêwendî û dostayetiya gelê Kurdistanê û gelê Fransayê tekez kir.
Patrick Durel ji bo merasîma bîranîna sed saliya rojbûna Danielle Mitterrandê jî spasiya Serok Barzanî kir.
Sibê dê li Hewlêrê merasîma pîrozkirina rojbûna Danielle Mitterrandê were kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse