Hewl da destdirêjiyê li zaroka 7 salî bike!

11-10-2024
Nîşan Amed Destdirêjî Hewldan Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê kesek hat desteserkirin ku hewl da destdirêjiyê li zarokeke 7 salî bike.

Li gorî nûçeya DHAyê, bûyerê 9ê Çiriya Pêşîn li Taxa Firatê ya Amedê rû da.

Gumanbar H.T. zaroka 7 salî bir pişta lodeke axê da ku destê xwe dirêjî bike.

Kesên li derdorê pê hesiyan û ew ber bi loda axê ve çûn.

Dema H.T. dît ku xelk ber bi wan ve tê ji wê derê reviya.

Piştî îxbarê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman piştî kontrolên ewil zarok bir Navenda Çavdêriya Zarokan.

Polîsan jî kamerayên ewlehiyê kontol kirin û wan H.T. desteser kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst