Berpirsa Amerîkî: Em dê bibin piştgirekî bihêz ê Herêma Kurdistanê ya bihêz û berxwedêr

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Foruma MERIyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirseke Amerîkî di Foruma MERIyê de diyar kir ku Amerîka pişta xwe nedaye Herêma Kurdistanê.

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve çû.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Îraq û Îranê Victoria Tayler beşdarî Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bû.

Victoria Tayler di panêla bi navê “Siyaseta Amerîkayê ya Îraq û herêmê” de axivî û got:

“Ji Amerîkayê bihêztir piştgirê Kurdistana Îraqê nîne. Em dê berdewam bin di piştevaniya bihêz Herêma Kurdistanê ya bihêz û berxwedêr a di çarçoveya Îraqeke federal de.”

Victoria Tayler diyar kir ku ew aliyên Herêma Kurdistanê han dide ku nakokiyên xwe çareser bikin da ku bandorê li danûstandinên ligel Bexdayê li ser mijarên girîng bikin.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Îraq û Îranê Victoria Taylerê got:

“Washington di wê baweriyê de ye ku herêmeke bihêz a Kurdistanê ne tenê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, di berjewendiya Îraqê de ye jî.”

Victoria Taylerê anî ziman:

“Eger ez weke dosteke mezin a Herêma Kurdistanê bixwazim tiştekî bêjim, divê bibêjim ku nakokiyên nav Herêma Kurdistanê bi rastî bandoreke nerênî li danûstandinên ligel Bexdayê dike.”

“Dema ku yekgirtî be Herêma Kurdistanê bi bandortir e”

Cîgira Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Îraq û Îranê Victoria Taylerê anî ziman:

“Me dît ku dema yekgirtî be Herêma Kurdistanê di danûstandinên xwe yên ligel Bexdayê de bi bandortir e.

 Ji ber vê yekê em dostên xwe yên baş ên li Herêma Kurdistanê teşwîq dikin ku rêyekê bibînin ji bo bidawîanîna nakokiyan û çareserkirina pirsgirêkên.”

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) roja Sêşemê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst