Qûbad Talebanî: Destûreke zelal a Îraqê nîne

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Qûbad Talebanî Foruma MERIyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku her kes heta digihêje desthilatê parastina demokrasî û merkeziyeta ademî dike.

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî beşdarî MERIyê bû û di foruma “Merkeziyet an jî merkeziteya ademî? Hemû mesele ev e” axivî.

Qûbad Talebanî diyar kir ku parêzgehên Besra û Enbarê yên Îraqê jî parastin û daxwaza sîstema federal dikin û got:

“Li Herêma Kurdistanê nifûsa me derdora 6 milyonan e lê sîstemeke me ya rêveberiyê ya aloz heye.

Ne diyar e ku kî biryar dide desthilata parêzgaran li ku dest pê dike û bi dawî dibe.”

"Destûr wek xwe nehatiye bicihkirin"

Cîgirê Serokwezîr Talebanî di dewama axaftina xwe de got:

“Li gorî destûrê Îraq federal e lê tiştên ku em dibihîsin wek ku Serokê Herêma Kurdistanê jî got, wek xwe nehatiye bicihkirin.”

Qûbad Talebanî herwiha diyar kir ku her kes dizane federalîzm çi ye lê zanîna wê nayê wê wateyê ku dixwazin wê pêk bînin.

Talebanî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de anî ziman, “Divê destûreke me ya zelal hebe.”

Talebanî li ser nêrîna partiyên Îraqê yên li ser federaliyê got:

“Her kes heta ku digihêje desthilatê parastina demokrasî û merkeziyeta ademî dike lê dema ku digihêje desthilatdariyê dibêje pile xweş e, çima em parve bikin?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst