Nêçîrvan Barzanî Balyozê Îtalyayê yê Îraqê qebûl kir

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Maurizio Griganti û şandeya pê re kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Maurizio Griganti û şandeya pê re daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di civînê de pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên Îraq, Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de herwiha li ser pirsgirêka budçeyê, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hat avaftin.

Her du aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi taybetî divê di çarçoveya destûra Îraqa Federal de bi diyalogê werin çareserkirin.

Di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya yekrêziya aliyên Kurdistanî jî hat kirin.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de ku behsa pêwendiyên Îtalyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re jî hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst