Balyozê nû yê Îtalyayê çû serdana Nêçîrvan Barzanî

03-12-2024
RÛDAW
Balyozê nû yê Îtalyayê yê Îraqê îro çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê/Wêne: Rûdaw
Balyozê nû yê Îtalyayê yê Îraqê îro çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Îtalya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê nû yê Îtalyayê yê Îraqê îro çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Balyozê nû yê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana pêşwazî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdana Balyozê nû yê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo erkê wî yê nû Niccolo Fontana pîrozbahî lê kiriye û diyar kiriye ku ji bo serkeftina di erkê wî de ew ji bo alîkariyê amade ye.

Balyozê nû yê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana jî kêfxweşiya xwe ji bo serdana xwe ya yekem a Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya piştgiriya Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokatiyê diyar kir ku Niccolo Fontana tekezî li ser girîngiya pêwendiyan kiriye û got:

“Balyozê Îtalyayê kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya yekem Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya piştgiriya Nêçîrvan Barzanî kir.

Tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî girîngiyê dide pêwendiyên xwe yên Îraq û Herêma Kurdistanê.

Di vê mijarê de ji bo xurtkirina pêwendiyan dixebite.”

Pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn, hilbijartinên Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên din ên serdanê bûn.

Îtalya ji bilî bazirganî û xwendinê, wekî endamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, bi Îraq û Herêma Kurdistanê re xwedî pêwendiyên ewlehiyê yên bihêz e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst