Mazlûm Ebdî bersiv da Erdogan

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî got “Dagirkeriya Tirkiyeyê her roj `komkujî` û sûcên şer dike”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) li ser daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyek da.

Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê wiha got:

“Daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê ya şerê ku dibe sedema qutkirina av, elektrîk û rêyan, wêrankirina binesaziyê, cihên îbadetê û dibistanan wekî `komkujî` bi nav dike, tam ew e ku hikûmeta wî li Bakurê Sûriyeyê dike.

Dagirkeriya Tirkiyeyê her roj `komkujî` û sûcên şer dike.”

Erdogan çi gotibû?

Serokkomarê Tirkiyeye helwesta Îsraîlê ya li Xezeyî rexne kiribû û wiha gotibû:

“Pevçûna ku bi her cure rêbazên şermê, bi qutkirina elektrîkê, ketin û derketina derve, ji mizgeftan heta dêran, hilweşandina hemû cihên îbadetê û dibistanan, hilweşandina avahiyên ku sivîl tê de dijîn, tê kirin, ne şer e, komkujî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst