Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê li dijî zilm û dagirkeriyê bû bingehek

11-09-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Şoreşa Îlonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera Şoreşa Îlonê got, “Şoreşa Îlonê îrade û bixwebawerî ji gelê Kurd re vegerand û li dijî zilm û dagîrkeriyê bû bingehek."

Îro 63 sal di ser Şoreşa Îlonê re derbas dibin.

Serok Mesûd Brazanî bi minasebeta salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û wiha got:

"Şoreşa mezin a Îlonê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir, ji bo parastin û çespandina mafên rewa yên gelê Kurdistanê şoreşa herî mezin a seranserî û siyasî û çekdarî ya gelê Kurdistanê bû.

Şoreşa Îlonê îrade û bixwebawerî ji bo mirovê Kurd vegerand û ji bo berdewamiya xebata rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ya li dijî zilm û dagîrkeriyê bû bingeheke bihêz a siyasî û rêxistinî û girseyî.

“Bû îlhama xebat û têkoşînê”

Şoreşa Îlonê bi destan û berxwedan û bi xweragiriya serkirdayetî û Pêşmerge û girseya gel, ev doza rewa ya gelê Kurdistanê çendîn gavan ber bi pêş ve bir û ji bo qonaxên din ên xebata gelê Kurdistanê bû îlhama xebat û têkoşînê.

Di 63yemîn salvegera destpêkirina şoreşa mezin a Îlonê de hezaran silav ji giyanê pak ê şehîdên şoreşa Îlonê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn.

Her wiha rêza min ji bo fedakarî û keda wan hemû Pêşmerge, xebatkat û qehremanan heye ku cihê destê wan li wê şanaziya niştimanî xuya ye.

Wan qehremanan dîrok ji bo gelê xwe tomar kir û jiyan û xebata her yekî ji wan waneya xebat, xweragirî û berxwedanê ye."

Şoreşa Îlonê

Berî 63 salan, 11ê Îlona 1961ê gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzanî li dijî hikûmeta wê demê ya Îraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir.

Ew xebat di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaziya gelê Kurd de wekî Şoreşa Îlonê tê naskirin.

Artêşa Îraqê 11ê Îlona 1961ê  Derbendî Bazyanê, Geliyê Xelekan û herêma Dihokê bombebaran kirin.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 19ê Îlona 1961ê li dijî artêşa Îraqê bi awayê fermî biryara şer da.

Şoreşa Îlonê bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî Îlona 1961ê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û heta îmzekirina Peymana Cezayîrê ya sala 1975an  berdewam kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst