Amed: 3 wezîrên Tirkiyeyê çûn ser gora Narîn Guranê

11-09-2024
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Tirkiyeyê Narîn Guran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 3 wezîrên Tirkiyeyê li gundê Çilûyê ya Amedê çûn ser gora Narîn Guranê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya û Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaş çûn ser gora Narîn Gurana 8 salî ya ku li Amedê hatiye kuştin.

Wezîran dua xwendin û gul danîn ser gora Narîn Guranê.

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaşê li ser kuştina Narîn Guranê  daxuyanî dabû û gotibû:

“Ji bo ku ew kes an jî kesên ku keça me Narîn kuştiye rûbirûyî cezayên herî giran bibin, çi ji destê me bê em dê bikin.”

Mahînur Ozdemîr Goktaşê her wiha dabû zanîn ku ew dê li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya biçin Amedê.

Danê êvarê her 3 wezîr tevî parlamenterên Amedê yên AK Partiyê, Serdozgerê Komarê yê Amedê Mustafa Çelenk û fermandarên serbazî yên navçeyê çûn ser gora Narîn Guranê.

Mahînur Ozdemîr Goktaşê di daxuyaniya xwe ya beriya çûyîna ser gora Narînê de gotibû:

“Heta ku hemû hûrgilî tên ronîkirin û kesên berpirsyar tên cezakirin ez dê bi xwe pêvajoyê bişopînin.

Em ti carî rê nadin ku ev bûyera trajîk bibe amûreke siyasî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst