Li Wanê bi hinceta PKKyê 8 kes hatin desteserkirin

11-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Operasyon PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi “hinceta PKKyê” 8 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.

Li parêzgeha Wanê di navbera 4-10ê Îlonê de di operasyonên cuda de bi hinceta “alîkariya PKKyê” 8 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst