Li Wanê bi hînceta PKKyê 6 kes hatin desteserkirin

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Operasyon PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “alîkarî û propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 20-26ê Gulanê de bi armanca rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê operasyon hatine kirin.

Li parêzgeha Wanê di operasyonên cuda yên vê heftiyê de bi hinceta “alîkarî û propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên hatin desteserkirin karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst