MÛŞ - Gur ketine nav keriyekî: 35 mih mirar bûn

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Gur Kerî Ajeldarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê guran êrişî keriyek pez kir.

Gurên ku êrişî kerî kir 35 mih mirar kirin û 45 mih jî birîndar bûn. 

Li gorî zanyariyan li gundê Ariyê yê ku 45 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Mûşê ye, gur ketine nav keriyê welatiyê bi navê Mehmet Zakîr û êrişî wan mihan kir.

Xwediyê pez Mehmet Zakîr ragihand ku guran 35 mihên wî mirar kirine, 45 jî birîndar kirine û 30 mihên wî jî winda ne.

Zakîr da zanîn ku ajeldarî take deriyê dahatê yê wî û malbata wî ye û got ku ew neçar maye serê piraniya mihên xwe yên birîndar jî jê bike.

Piştî agahdarkirinê gundî jî çûne hawara wî û wan ji bo dîtina ajelên winda dest bi xebatan kir.

Ajeldarê ku 35 mihên wî mirar bûn Mehmet Zakîr got:

“Min demjimêr 15.00an nihêrî ku ajelên min ne di axurê de ne û derketine. Min piştre li derdorê nihêrî ku gur ketine nav wan û keriyê pez belav kiriye.

Şopên 3-4 heban ji wan diyar bûn. Piştre xelk hat vê derê. Ji 100-120 mihî 20-30 heb jî saxlem nemane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst