Hewlêr (Rûdaw) - Îro li beşeke navçeyên sunne mezheb ên Rojhilatê Kurdistanê yekem roja Cejna Qurbaniyê ye.
Berovajî biryara hikûmeta Îranê ku roja Dûşemiyê weke yekem roja Cejna Qurbanê destnîşan kiriye, îro li beşeke bajarên parêzgeha Kirmaşan, Sine , Urmiyê, Merîwan , Seqiz, Şino, Mihabad, Pîranşar û hin navçeyên din ji aliyê mamosteyên olî yên sunne mezheb ve weke yekem roja cejna Qurbanê hat diyar kirin.
Mislmanên Rojhilatê Kurdistanê wek misilmanên parçeyên din ên Kurdistanê merasîmên nimêja cejnê encamdan û cejna hevdu pîroz kirin.
Biryare sibe li Îranê û beşek ji bajarên şîe mezheb ên Rojhilatê Kurdistanê bibe yekem roja cejna Qurbanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse