Mistefa Cuma: Me dixwest PDK-S bê parastin û neyê parçekirin

11-07-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Mistefa Cuma PDK-S
A+ A-

Endamê Berê yê Polîtburoya PDK-Sê Mistefa Cuma “Me dixwest PDK-S bê parastin ji ber hev nekeve, di rêya ev projeya ku me pêşkêş kir lê mixabin ew jî çênebû. Piştî çend rojan em hatin xwestin ji dîwanê, careke din min porjeyeke nû jî pêşkêş kir, ew jî nehat qebûlkirin.”

Mistefa Cuma sedema bêdengiya xwe ya piştî kongreya PDK-Sê wiha anî ziman “Em bêdeng bû ji ber ku em hîn jî bi hêvî bûn ku destwerdan di vê rewşê de çêbibe û ev rewş sererast bibe.”

Endamê Berê yê Polîtburoya PDK-Sê û Serokê Partiya Azadî ya Berê Mistefa Cuma beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û derbarê kongreya PDK-Sê û sedema vekişna xwe bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Rûdaw: Kek Mistefa tu bi xêr hatî.

Mistefa Cuma: Xêra Xwedê li te be.

Rûdaw: Ev hevpeyvîna me wê gelekî deng bide ji ber ku piştî kongreya PDK-S bêdeng bûyî. Her kes li bendê bû, her kesî meraq dikir sedem çi ye heta niha Mistefa Cuma bêdeg bû û tu daxuyanî neda?

Mistefa Cuma: Em bêdeng bûn ji ber ku em hîn jî bi hêvî bûn ku destwerdan di vê rewşê de çêbibe û ev rewş sererast bibe. Em ne bi dengan şikestine di hindirê vê kongreyê de lê em bi tedbîrekî pêşwext ve. Sê partî hatine yekalîkirin di hindirê vê kongreyê de. Em li wê derê bûn û me baş li ber çavan didîtin ku çawa van partiyan bidin alî. Madem kesên ku difikirin ku me tevî hev 4 partî partiyeke bi navê PDK-Sê avakirine, îro sê terefan didine alî terefekê tenê xwe dibîne. Lê mixabin di wan 9 salên berê de ti dew ji me re nemabû. Her çend kes bûn, hemû tişt û karûbarên PDK-Sê di destê wan de bûn. Me gelek hewl dida ên berê jî û yên niha jî, ji bo xelk baş têbigihîje, sed carî ji min re hatiye gotin ev rewşeke xerab e û hûn çima jê nakişin. Me got em parçe nakin, em bi yekbûnê re ne. Ev emela ku me pêk anî di xizmeta miletê xwe de lê mixabin piştî 9 salan ku em dabûn alî, hûn gişt dizanin di karekî vê partiyê de em ne amade bûn.”

Rûdaw: 9 sal hûn ne yek bûn, yanî hûn çar partî bûn yek û we PDKSê ava kir. Partiya te partiyeke mezin bû Partiya Azadî lê di van 9 salan de jî we xwe beşeke giring ji wê partiyê nedidît? Hûn dihatin dûrxistin?

Mistefa Cuma: Em beşekî gelek mezin bûn lê mixabin ê ku karûbarên vê hizbê xistin destê xwe, ew sedem in ku em didan alî, rojeke tenê jî em di karekî de muşakere nedikirin. Mixabin ez dibêjim ne qedera Kurdan wiha ye, lê mixabin hinek kes wextê di serê wan de rewşa wan a teybet giringtirî partiyê be, ji xwe mirov digihîje vî halê hanê.

Rûdaw: Kek Mistefa lê tu berpirsê PDK-Sê yê Ewropayê bûyî.

Mistefa Cuma: Belê, ev 10 mehên taliyê bûn, ew jî ne bi îrada van kesan e. Em zanin bi çi rengî ez bûm berpirs lê telkîba ku berê heye ji Ewropayê re ji vê hizbê hemûyan re ew mecal nebû ku em karibin guhertinekê bikin, em karibin karekî baş bikin. Tê bîra te berî kongreyê bi çend rojan rojnameya me ya Kurdistan hevpeyvînek ligel min kir, min gelek îşaretên baş tê de dan. Min aliyatên ku kar pê li Ewropayê jî pêş bikevin, min tevî tê de da xuyakirin bi 5-6 xalan. Li mixabin dawiya dawî em gihîştin vê kongreyê.”

Rûdaw: Em dê werin ser meseleya kongreyê. Te çima berî kongreyê dest ji kar nekişand, çima piştî Kongreyê?

Mistefa Cuma: Em jî bi hêviya ku em karibin di hindirê kongreyê de vê rewşê sererast bikin lê mixabin ew jî çênebû û derfeta ku tu karibî tiştekî bibêjê û muhasebayek hebe îşek hebe ev nebû cardin çênebû. Em mecbûr bûn yan divê em di wê wextê de ji hindirê kongreyê bikişin, ew jî gelek heval li wir in, me şêwra hevdû kir, guncaw nedîtin ku em ji hindir bikişin, axirê rewşeke xerab çêdibe, piştî ku wiha çêdibe, gava xelas bû emê herin mala xwe erêkirina xwe pêşkêş bikin. Di vir de piştî em xelas bûn, me projeyek pêşkêş kir, me ji dîwana serokatiyê re gotiye, me ji wan kesên ku nû derketine, ji yên berê re. Yanî nîqaşeke fireh jî çêbû û Mihemed Îsmaîl hat me pê re nîqaş kir me got ev proje wê înqaz be ji hizb re. Wê proseya yekîtiyê cardin biparêze.

Rûdaw: Yanî tu ditisiyayî PDK-S parçe bibe?

Mistefa Cuma: Belê tekez em ji wê ditirsiyan.

Rûdaw: Te ew proje pêşkêş kir bo yekîtiya PDK-Sê were parastin?

Mistefa Cuma: Tekez ev bû. Me dixwest PDK-S bê parastin ji ber hev nekeve, di rêya ev projeya ku me pêşkêş kir lê mixabin ew jî çênebû. Piştî çend rojan em hatin xwestin ji dîwanê, careke din min porjeyeke nû jî pêşkêş kir, ew jî nehat qebûlkirin.

Rûdaw: Projeya te çi bû bi kurtî? Yanî te dixwest çi çêbibe?

Mistefa Cuma: Ême me digot ji bo ku em tohmetê li ser kesî nekin, serê kesî ne êşînin her tişt gişt xelet çêbûbû me got ev proseyeke dûrxistinê ye ji sê aliyan re, ev yekîtiya hanî bê parastin. Projeya me ev bû. Ev serkirdeyên berê û ev 7-8 kesên nû bi hevdû re îdara vê partiyê bikin heya salekî di vê salê de çênabe yekî bi tayîn be. Aqilekî yekîtiyê di hindirê vê hizbê de nehat avakirin di 9 salan de. Min aşkere jî li rûyê gelekan got. Aqiliyetekî aliyekî tenê hat meşandin. Wê aqiliyetê em gihandin ku di destê wan de piştî 9 salan van hizban xerab bû. Ez mehek berî kongreyî hatim bi hedefa ku em hinek alavên nû ji bo avakirina vê kongreyê ji bo ku kongreyeke serkeftî be. Nehat qebûlkirin. Me pêşniyareke din kir. Va ez ji xelkê re dibêjim, xelkê ku hizbîtî kirine dizanin. Çênabe tu herî kongreyekî, civînekî, lijneya navendî çênebe van wesayîqên ku heye nexwîne îqrar bike biçe kongreyê. Ew civîn jî çênebû, nehat qebûlkirin. Me çi kir nekir nehat qebûlkirin. Em li ber rayekî bûn ka em herin kongreyê yan na. Raya zêde ya hevalan digotin em herin û li wir wextê ku xera bû mecbûr emê werin.

Rûdaw: Serkirdayetiya ku li gorî ez ji te fêm dikim problem di navbera serkirdayetiyê de hebû. Kek Mistefa problemên şexsî bûn, problemên rêxistinî bûn yan jî problem siyasî bûn di nava PDK-Sê de?

Mistefa Cuma: Bi rastî gişt tê de hene. Xelk aniha baş dizane, Piştî ku ev tişt çêbûn xelk îca van meseleyan dişopîne. Bi raya min PDK-Sê tu projeyeke siyasî ku li serê bê karkikin pêşkêşî van hevalan û vê hizbê bûbe, nebû. Eva gişt nebûn di 9 salan de. Di 9 salan de bi raya min çend kes bûn evana tenê her yekê hinek muhamat, yek heye sê çar muhamat bi xwe ve girêdane.

Rûdaw: We ev pirsgirêk, ev tiştên ku di nava partiyê de hene, mesele piştî kongreyê te hewl da ku tu Serok Barzanî bibînî?

Mistefa Cuma: Belê me hewl daye.

Rûdaw: Piştî Kongreyê te Serok Barzanî dît?

Mistefa Cuma: Na min nedît. Lê me ji Dîwana Serokatiyê xwestiyê lê heya niha jî çênebûye. Va hîn em li vir in, çend rojên din jî em li vê derê ne. Ez bi hêvî me dengê me bigihê û heger em bêne xwestin îmkaniya çareseriyekî ji vê hizbê re heye ji ber dilê me gelek diêşê ku PDK-Sê ji hev biqetînin.

Rûdaw: Niyeta te heye tu careke din vegerî nav PDK-Sê?

Mistefa Cuma: Na, ez dibêjim ku projên ji bo ku vê partiyê bê parastin em pê re ne. Yek jê me berê pêşkêş kir, yeka din jî me dûre pêşkêş kir herdu jî nemeşiyan. Eger li cem Serok Barzanî tevecuhek hebe destêwerdanê bike ji bo ev partiya hanê ji ber hev nekeve. Niha me îstifaya xwe daye û me tiştek nekiriye. Lê ku wiha here mimkûn e piştî demekê em tiştekî din jî bikin.

Rûdaw: Kek Mistefa tê partiyeke din çêbikî?

Mistefa Cuma: Niha ku tu çareserî nebin, em bigihîjin qenaetekê tiştek nîne xela ji ber hev çûn qut bû, em vedigerin hevalên xwe dibînin, ya Azadî vedigerînin, yan tiştekî din dikin yan jî em nakin ew ji me re dimîne piştre emê ji xwe re lê vegerin.

Rûdaw: Yanî îhtimala wê yekê heye ku careke din Partiya Azadî vegerînin?

Mistefa Cuma: Belê îhtimal heye. Ya Azadî yan navekî din. Em bi hev re di danûstendinê de ne.

Rûdaw: Hevalên te yên berê yên Partiya Azadî ligel te ne?

Mistefa Cuma: Belê.

Rûdaw: Baş e. Ezê pirsa dawî bikim. Gelek kes dibêjin ji ber ku Mistefa Cuma di kongreyê de nehate hilbijartin biryar da ku ji nava PDK-Sê derkeve.

Mistefa Cuma: Na. Em nikarin xelkê bisekinîn çima wiha dibêjin. Ne meseleya ku em bi dengan derneketine. Yanî maqûl e hizbek çar teref bi hevdû re sê terefan bê bandor bikin. Ma maqûl tê de heye ku terefê din xwe dibîne evana gişt ne lazim in, wateya wê xwe tenê dibîne, wan terefên din ne lazim in jê re. Yan jî gerek wilo nefikirîna gerek ew di dilê wan de çênebûna ji bo ku sê terefan bê bandor bikin. Lê vê derê meseleya tayînê ji me re jî çêbûye. Mesela tayînê pirsgirêkê hel nake.

Rûdaw: Bi tayînê careke din te bikin serkirdayetiya partiyê?

Mistefa Cuma: Na ez qebûl nakim. Ne wê çaxê min webûl kir, ne jî niha dikim.

Rûdaw: Gelek spas

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst