Amêdî; Artêşa Tirkiyê derdora gundê Hirorê topbaran kir

11-07-2022
RÛDAW
Dîmenê dema topbarankirina derdora gund ji aliyê artêşa Tirkiyê ve. Video ji bo Rûdawê hatiye şandin.
Dîmenê dema topbarankirina derdora gund ji aliyê artêşa Tirkiyê ve. Video ji bo Rûdawê hatiye şandin.
Nîşan Duhok Amêdî Gundê Hiror
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şevê din Artêşa Tirkiyê gundekî devera Berwarî Bala ya se bri qeza Amêdiyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir. Herî kêm 10 top li derdora gundê Hirorê ketin.

Welatiyê bi navê Şivan Hirorî şeva Yekşembê ji Rûdawê re got, ji demjimêr 22:30 şevê ve Artêşa Tikriyê bi dijwarî derdora gundê wan (Hirorê) topbaran kir.

Şivan Hirorî got, “Herî kêm 10 top li derdora gundê Hirorê ketin lê ti zirarên canî çê nebûne.”

Bi gotina wî nişteciyê gund, ji ber ku cejne û bêhnvedan e, piraniya xelkê ji gund derketibûn û çûbûne seyranê, lê belê piştî destpêkirina topbaranê vegeriyane nava gund.

Şivan Hirorî diyar jî kir, bi sedema topbaranê nişteciyên gund gelek tirsiyane.

Beriya du mehan hêzên Pasevanên Sînor ên Iraqê xaleka serbazî li derdora gundê Hirorê danîbûn, lê tevî wê yekê jî topbarana Tirkiyê ranewestiyaye û her berdewam e.

Gundê Hirorê dikeve nahyeya Kanî Masê ya ser bi qeza Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ve.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û bi taybet li sînorê parêzgeha Duhokê operasyonên bejayî û esmanî pêk tîne, herwiha gelek caran topxaneyên artêşa Tirkiyê gundên deverê jî topbaran dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst