Li Rojhilatê Kurdistanê krîza xaniyên bi kirê rû daye

11-07-2020
RÛDAW
Kirêya xaniyan li Rojhilatê Kurdistanê heta radeyekê bilind bûye
Kirêya xaniyan li Rojhilatê Kurdistanê heta radeyekê bilind bûye
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Xanî Kirê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kirêya xaniyan li Rojhilatê Kurdistanê heta radeyekê bilind bûye û berpirsên hikûmetê jî niha li rêyekê digerin ji bo kontrolkirina vê krîzê, biryara hikûmetê ji bo bilindkirina buhayê kirê heya sedî 25 li paytext, heta sedî 20 li bajarên mezin û heya sedî 15 jî li bajarên biçûk , heta pêşiniyarkirina dirûstkirina xaniyên biçûk yên 25 metrî ji aliyê serokomarê Îranê ve ne kariye kontrola rewaşê bikin û nirxa krêyan kêm bikin.

Yek ji xwediyên Ofîsa Firotin û Kirêdana Xaniyan dibêje, “Heta par jî ew qas nebû lêbelê ji par ve 3-4 qatî zêde bûye.”

Bilindbûna nirxa xaniyan di demekî de ye ku aboriya Îranê heya radeyekî daketiye û ev jî bûye sedema giranbûna çend qatî ya hemû corên kelûpelan, ji nirxê asayîtirîn kelûpelên jiyanê heya ew kelûpelên ji bo dirûstkirina xaniyan pêwîst in. Ev jî bûye sedem xwediyên xaniyan fikir di grankirina nirxê firotin û bi kirêdana mulkê xwe bikin.

Yek ji xwediyên Ofîsa Firotin û Kirêdana Xaniyan jî dibêje, ji bo xwediyên xaniyan pirsgirêk tune ye ji ber ku “mal û milkê di destê wan de her bihat û biqîmettir dibe.”

Tevî ku bilindbûna nirxan li ser kirêçiyan bandoreke xirap hebûye û li gor amarên fermî yên hikumetê , hejmara nişînên piştguhxistî li Îranê gehiştiye 19 milyon kesan. lê ji aliyekê din bilindbûna nirxan heta radeyekî bandoreke baş li ser abûra wan kesan hebûye ku pereyê wan yê kaş heye, ji bilî bazarê xan û beran , wan nekarîne pereyên xwe yên di aliyekê din yên bazirganiyê de bikarbînin

Xwediyê Ofîsa Firotin û Kirêdana Xaniyan diyar dike ku xanî kêm peyda dibin û yên hene jî nadin.

Germbûna bazarê kirîn û firotina xaniyan , bi pileya yek bandor li ser bazarê xaniyan hebûye, piraniya mameleyan li ofîsan li ser kirîn û firotin û xaniyên ê xaniyên bi kirê gelek kêm bi kêmî peyda dibin. ew xaniyên bo Kirê jî hatine danîn , nirxê krêya wan çend qat zêde bûye.

Xwediyê Ofîsa Firotin Kirêdana Xaniyan diyar dike, “Rewş heta 2 sal pêş niha baş bû. Mulk û kirê gelek biha bûne.”

Aloziya bazara xanûberan li Iran û Rojhilatê Kurdistanê , berpirsên hikûmetê neçar kirine soza dana deynên banqî bi krêçiyan bidin. heya bi rê bikarin kontrola wê aloziyê bikin. sozek ku ne diyare wê kengî bê bicih kirin û wê biçi qas bandorekê jî li ser bazarê xaniyan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst