Hewlêr (Rûdaw) – Derengiya şeva derbasbûyî li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê tankerekî petrolê û otobûsekî rêwiyan li hev ketin û di encamê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest da.
Bûyer li pêşiya Termînala Sineyê pêk hat û tê gotin, ku tankerekî petrolê ku ji Başûrê Kurdistanê petrol vediguheste Îranê li otobûsekî rêwiyan da. Di dema bûyerê tanker teqiya û agir bi otobûsê jî ket.
Li gorî zanyariyên medyaya Îranê di bûyerê de 13 kesan canê xwe ji dest dane ku 12 kes rêwiyên otobûsê bûne û yê din jî ajovanê tankerê bûye.
Lê şahidên bûyerê jî dibêjin hejmara kuştiyan 15 kes in.
Hê jî bi awayeke fermî amara qurbaniyên bvê rûdanê nehatine ragihandin û nayê zanîn ka çend kesên din birîndar in.
Herwiha ji di dema bûyerê de agir bi çend otomobîlên din ên nêzîkî bûyerê jî ketiye û şewit3ine.
Ji ber vê bûyerê li Sineyê şîna giştî hate ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse