Şaxewan Ebdullah: Cotkarên Kurd êdî dikarin genimên xwe biçinin

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Cotkarên Kurd Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah diyar kir ku pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd ên li Sergeranê çareser bûye û ji îro û pê ve dikarin genimên xwe biçinin.

Nêzîkî 2 hefteyan e Erebên hawirde li 5 gundên nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê rê nadin ku cotkarên Kurd zeviyên biçinin û hêzeke zêde ya artêşa Îraqê jî li herêmê bi cih bûbû.

Şaxewan Ebdullah eşkere kir ku li ser pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd ên Sergeranê wî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Fermandarê Operasyonan ê Bexdayê re axiviye û pirsgirêka genimên cotkarên Kurd hatiye çareserkirin.

“Pirsgirêka zeviyên Kurdan çareser bûye”

Şaxewan Ebdullah da zanîn ku ji bo Fermandariya Operasyonê ya Kerkûkê ferman hatiye şandin ku rê li ber çinîna genimên cotkarên Kurd negirin.

Piştî hewl û xwepêşandanên Erebên hawirde yên li Sergeranê Fermandariya Yekîneya 8 a Kerkûkê destûr neda cotkarên Kurd zeviyên xwe biçinin.

Li 5 gundên Sergeranê cotkarên Kurd nedikarîn zeviyên xwe biçinin.

50 hezar donim genimê cotkaran gihiştibû lê wan nedikarî genimên xwe biçinin.

Pelkane, Şenaxe, Gabereke, Serbeşax û Xerabe ew 5 gundên Kurdan in ku Erebên hawirde hem di dema çandiniyê û hem jî di dema çinînê de ji Kurdan re aloziyan derdixin.

Piştî 16ê Çiriya Pêşina 2017an Erebên hawirde hewl didin zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin.

Ew Erebên hawirde yên ku beriya bi hefteyekê kon vegirtine hinek ji wan daxwaza xanî, hinek ji wan daxwaza zevî û hinek ji wan jî daxwaza qerebûkirina madeya 140 a destûra Îraqê dikin.

Gundên nêzîkî Sergeranê yên Kurdan e û Erebên hawirde hewl didin bi zorê wan gundan ji destê Kurdan derxin.

Li aliyê din li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê jî Erebên hawirde yên serdema Beasê hewl didin 50 hezar donim zeviyên Kurdan ji wan bistînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst